Demîrtaş nehate berdan, doz hate taloqkirin

Doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattin Demîrtaş hate taloqkirin.

Rûniştina doza yekem a Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattin Demîrtşa piştî 399 rojên girtî li 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê hate kirin. Demîrtaş neanîn rûniştina dozê. Di heman demê de destûr nehate dayîn ku çavdêr, parlementer û heyetên biyanî jî werin dozê bişopînin.

Ji bo biryara dadgehê parêzer girtin salonê. Dadgehê biryar da ku Demîrtaş ji bo rûniştina dozê ya bê amade be û biryara rewşa girtinê da.

Doz taloqî 14’ê Sibata 2018’an hate kirin.