Demîrtaş: Kujer têne berdan siyasetmedar hêjan girtî ne

Demîrtaş: Kujer têne berdan siyasetmedar hêjan girtî ne

Hevserokê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş, bal kişand ser geşedanên dawî û xwest êdî her kes rastiya Tirkiyeyê bibîne û wiha got: "Li Tirkiyeyê di 4 salên dawî de 10 hezar siyasetmedar hatin girtin û hêj bi hezaran girtî ne. Dîsa kal û pîr ji ber ku kurdin girtî ne. Lê kesên tevlî kuştina dehan kesan bûne serbest berdan.” Demîrtaş da diyarkirin ku, ji bo mafên xwe bazarê nakin, ew mafê ziman, nasname û çanda xwe dixwazin.

Demîrtaş destnîşan kir ku, “kurdên ku heta niha rastî înkar û îmhayê dihatin bi têkoşîna xwe ev pêvajo dan destpêkirin û dê wekî aktorê sereke di nava vê pêvajoyê de cih bigirin. Disa Jinan di kongreya xwe de biryara pîroz a hilbijartina wekhev (nêvî jin nêvî mer sedî 50-50) a hilbijartinê girt. Em jî vê biryarê ji bo xwe esas digirin." Demîrtaş heri dawî 1'ê Gulanê jî pîroz kir û da zanîn ku dê di 1'ê Gulanê de li qadan bin.

Hevserokê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş, di koma BDP'ê de bal kişand ser geşedanên hefteyê yên girîng. Demîrtaş li ser doza KCK'ê, xebatên Komîsyona Aqilmendan, amadekariya makeqanûnê, kongreya jinê, 1'ê Gulanê û helwesta CHP'ê rawestiya. Demîrtaş, li ser bêedaletiya Tirkiyeyê rawestiya û wiha got: "Cihê edalet lê tune be dewlet tune ye. Li Tirkiyeyê edalat tuneye. "

'KUJER TÊN BERDAN, LÊ SIYASETMEDAR GIRTÎ NE'

Hevserokê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş diyar kir ku, di operasyonên KCK'ê yên 4 salan de nêzî 10 hezar hevalên wan ên siyasetmedar hatin girtin, di derbarê 100 hezaran hevalên wan de doz hatin vekirin û hezaran hevalên wan ji ber dozên li wan hatin vekirin sirgûn bûn. Demîrtaş anî ziman ku, bi berdana Şaredarê Wanê Bekîr Kaya kêfxweş bûne. Demîrtaş anî ziman ku kesên tevlî kuştina hezaran kesan bûne serbest tên berdan û wiha got: "Mehmet Agar ku tevlî kuştina welatiyan bûne duh serbest hat berdan. Lê siyasetmedarên ku ji ber fikrên xwe hatin girtin nayên dîtin."

‘CIHÊ LÊ EDALET TUNEBE DEWLET JÎ LÊ NÎNE’

Demîrtaş da zanîn ku kesên ji kuştina dehan kesan berpirsyar nayên darizandin, lê dayikên pîr ku nexweşin nayên berdan û rastî zilmê û îşkenceyê tên. Ji ber kurde û siyaset kiriye hatiye girtin. Ji ber li Tirkiyeyê edalet tune hiqûq cihê xwe nabîne. Girtiyên lazime bên cezakirin tên berdan û yên ji ber nasnameya xwe hatine hatine girtin nayên berdan. Cihê ku edalet lê tune be dewlet lê tune. Di sala 1921'an de îsyana elewiyan destpêkir. Di salên 1990'an de 3 hezar gund hatin şewitandin. Dibistan, nexweşxane û qereqol tev ji bo kurdan bûn îşkence. Çima ev hesap nayê pirsîn. Niha rêveberên ku Tirkiyeyê dikin karê wan derdikevin mîqrofonê û dikin qere qar. Lê bila baş zanibin ku êdî dê tu kes nikaribin zilmê li gel bikin. "

'BAZARA ÇAND, NASNAME, BAWERÎ Û NIRXÊN NETEWÎ NAYÊ KIRIN'

Demîrtaş helwesta CHP'ê jî rexne kir û wina pêde çû: "Parlamanterê CHP'ê dibêje me ji bo kurdan di sala 1989'an de rapor amade kir, lê kurdan deng nedan me. Kurd dibêjin bila berî her tiştî ji bo komkujiyê lêborina xwe ji me bixwazin. Ev pêvajoyek paqij hatiye destpêkirin. Em nasname, çand û statuya xwe bi kesî bazar nakin. Li holê bazar tuneye. Li holê têkoşîn heye. Bazara çand, nasname, bawerî û nirxên neteweyekî nayê kirin. Em ji hemû siyasetmedar, rewşenbir, nivîskar, ronakbîr û kedkarên çapemeniyê yên ku barê pêvajoyê dane ser xwe em tenê dikarin spasiya xwe ji wan bikin. Ji ber ku ev karê tevane. "

'ZAROKÊN XIZANAN DIÇIN LI CÛDÎ LEŞKERIYÊ DIKIN'

Demîrtaş da zanîn zarokên kijan serbas, fermandar, serokwezîr, serokomar û parlamenterî li herêmea rojhilat leşker kiriye, lê zarokê malbatek xizan yê Yozgatê diçe li Cûdî şer dike û li wir tê kuştin û wiha got: "Heqê kê li vê yekê heye. Divê ev baş bê pirsîn û ronîkirin. Çi cudahiya wan ji hev heye. Ji bo ku ev yek dê bê ronîkirin û hesap ji vê yekê bê pirsîn derdikevin mîkrofonê û dikin qêrîn û hawar."

'KESÊN HEMÛ DERFETÊN DEWLETÊ DI SIYASETÊ DE BIKAR TÎNIN DÎSA ŞER DIXWAZIN'

Demîrtaş destnîşan kir ku, li gel derfetên wan ên siyasetê tune jî dîsa siyasetê tercîh dikin, lê kesên hemû derfetên dewletê ji bo xwe û siyasetê xerç dikin dîsa çekan tercîh dikin û naxwazin çek bêdeng bibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: " Nabînin ku bi salan kurd 24 seetan ji bo aştî û demokrasiyê têdikoşin. Mirovên aqilmend li Herêma rojava bi keviran tên pêşwazîkirin, lê li Colemêrgê ku her tim wekî 'Terorîst' tên bi navkirin bi gulan komîsyonê pêşwazî dikin."

Demîrtaş da zanîn ku, dê li herêmê têkşîna azadiyê bilind bikin û bi vê têkoşînê xwe polîtîkayên emperyalizmê têk bibin û wiha berdewam kir: "Em ne ji emperyalîzmê û ne jî ji ferasetên din bejnê natewînin. Em dê rêgezên gerdûnî esas bigirin. Çima hûn makeqanûna demokratîk naxwazin. Çima hûn naxwazin mafê her kesî di min makeqanûnê de bê parstin. Ger ku dê makeqanûna demokratîk bê avakirin divê referansa pêşnûmeya BDP'ê bê qebûlkirin. Ger ku li Tirkiyeyê her kes şafî be, her kes zilam be, her kes tirk be wê demê derdê me çiye. Li gorî makeqanûna darbeyê elewî tune ye. jin tune ye, suryanî û asûrî tune ne, kurd tune ne. Her tişt hatiye înkarkirin. Em jî dixwazin her tişt ji nû ve bê bi navkirin û her tişt li ser koka xwe aj bide."

‘POLÎTÎKAYÊN ÎNKAR Û ÎMAHAYÊ YÊN 90 SALAN BI SERNEKETIN’

Demîrtaş da zanîn ku 90 salin nasname, ziman û çandên cuda din tên înkarkirin û vê sîstema înkar û îmhayê êdî bi ser neketiye û têk çûye. Demîrtaş, da zanîn ku makeqanûna ew diparêzin makeqanûna gerdûnî û mirovahiyê ye û wihagot: "Ne kurdan nas dikin û ne jî tevgera gelê Kurd nas dikin. Gelê Kurd her tim ji bo aştî û wekheviyê têkoşîne. Lê hêj Kurd nas nekirine. Ji bo vê yekê divê ev rastî bê famkirin, hîskirin û têgihiştin. Heta ku ev rastî neyê famkirin û têgihiştin pirsgirêk çareser nabe. Yê ku ev pêvajo dane destpêkirin em kurd in. Ji bo vê yekê em dê li vê pêvajoyê xwedî derkevin û têkoşîna xwe berdewam bikin."

'EM BIRYARA JINÊ YA JI SEDÎ 50 VINA SIYASETÊ PÎROZ DIKIN'

Demîrtaş diyarkirin ku, Meclisa Jinê rojên borî di nava şert û mercên qirîtîk de kongreya xwe bi tevlîbûnek mezin pêk anî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li gel ku bi hezaran aktîvîstên jin girtîne jî dîsa jina bi tevlîbûnek mezin û biryarên gelek giring kongreya xwe pêk anî. Di vê kongreyê de kotaya jinê rakirin. Di hilbijartin û tevlîbûna siyasetê de wekheviya jin û mêr anîn. Ji niha û şûnde BDP jî dê vê biryara wan esas bigire û di nûnertiya rêveberiya BDP'ê de ji sedî 50 jin û ji sedî 50 mêr hebe. Em vê biryara wan gelek giring dibînin û silav dikin. "

'PIRSGIRÊKA KARKERAN PIRSGIRÊKA KURDANE'

Demîrtaş 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê jî pîroz kir û xwest karker li mafê xwe xwedî derkevin. Demîrtaş da zanîn ku pirsgirêka Kurd bûye pirsgirêka kurdan û ew pirsgirêka karkeran wekî pirsgirêka xwe dibînin û dê li mafê wan xwedî derkevin. Ger ku deng û qerîna karkeran bibe yek wê demê dê pêvajo bi ser bikeve. Em dîsa dibêjin em dê di 1'ê Gulanê li gel karkeran li qadan bin."