Demîrtaş: Kêliyek bi rûmet çêtire ji sed salên jiyana bêrûmet
Hevserokê Giştî yê HDP'ê li çalakiya "dest nede vîna min" a li Amedê axivî û got, "Kêliyek zêde yek kêm. Ya girîng jiyana bi rûmet e. Bila jiyana me kêliyek be, lê bi rûmet be. Ev kêlî çêtire ji jiyane sed salî ya bêrûmet."
ANF
AMED
yekşem, 30 kewçêrê 2016, 11:46
Çalakiyên "Dest nede vîna min" ên piştî binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli û Gultan Kişanak dest pê kirin, dewam dikin. Bi hezaran kes îro danê sibehê li Kolana Lîseyê li hev civiyan û mîtîngek lidar xistin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û parlamenterên HDP'ê Sîbel Yîgîtalp, Feleknas Ûca, Leyla Bîrlîk, Nadîr Yildirim, Ferhat Encu, Besîm Gonca, rêveberên HDP'ê û nûnerên gelek saziyan beşdarî mîtîngê bûn.
Hevserokê HDP'ê Demîrtaş li vir axivî û destnîşan kir, ku hevşaredarên wan ev 5 roj in dîl tên girtin. Demîrtaş got, "5 roj in li tu li benda çi ye? Ji bo pirsê bipirse, tu li benda çi ye? Tu kî ye? Bi kîjan mafî? Te kengî ji bo îfadeyê bang kir û hevşaredar nehatin? Her roj îfadeyê didin. Nikarin ji edliyê derkevin. Ji ber dayîna îfadeyan nikarin kar bikin. Ev vê bi ti awayî qebûl nakin. Ev yek ferzkirina bêrûmetiyê ye. Mîna kabûsekî xwe berdaye nava jiyana her kesî. Her kesên bîatê ji AKP'ê re neke, nebêje 'tu padîşanê min e' terorîst hatiye îlankirin. Navê vê jî dikin demokrasî. Lazim e êdî Tirkiye rabe ser piyan. Eger destê edaletê yê hatiye dirêjkirin îro neyê girtin, dema sibe mîna faşîzma Hîtler bi ser wan ve çûn û komkujî kirin, hingî ji bo ax waxê wê dem dereng be. Roj îro ye.
'DEWLET ÊDÎ BÛYE DEWLETA FAŞÎZMA HÎTLER'
Yên ku xeteriya vê rêveçûnê dibînin divê dengê xwe derxînin. Gelo li vî welatî dozgerekî bi tenê yê ji hiqûqê bawer dike, nîne? Burokratekî ku bîatê ji AKP'ê re neke, nema ye? Rektor, walî, hûn li ku ne? Binêre, we hemû terorîst îlan kiriye. Gelo ew ne welatparêz bûn? Ne bes e ji vê xulamtiya ji Erdogan re? Berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê ji rêya xwe venegerin. Xwedê çawa can dide mirovan, wê bi wî rengî jî ji mirovan bigire. Kêliyek zû yan jî dereng. Ya girîng jiyana bi rûmet e. Bila jiyana me bi rûmetî be, bila kêliyek be. Kêliyek ji jiyana bi rûmet çêtire ji sed salên jiyana bêrûmet. Di şexsê hevşaredarên me de li şaredariyên me, di şexsê Ayla Akat de li hemû jinan û di şexsê kedkarên ji kar hatine derxistin, ev yek li her kesî tê ferzkirin. Dewlet êdî dewleteke faşîzma Hîtler e. Erdogan dibêje 'weke yek lîder ez ê Tirkiyeyê bi rê ve bibim'. Ewqas doktor, akademîsyen, mamoste bi biryarnameyekê bêpirs û sewal ji kar hatin avêtin."
Demîrtaş da xuyakirin, ku bi êrîşa li dijî HDP'ê re wê hewl bidin di hilbijartinên pêş de vîna wan bişikînin û got, "Wê bixwazin partiyê jî bigirin. Dibe ku ev bi xweşiya hinekan bike. Serokên giştî yên partiyên din ên pîvanên xwe firotine, ji bo vî welatî ne hêvî ne."
Demîrtaş diyar kir, ji ber ku di nava vê tarîtiyê de hêvî û ronahî ew bi tenê ne, bi barbarî bi ser wan de diçin û got, "Em ê li ber xwe bidin."