Demîrtaş: Ji xeynî HDP’ê ti hêz nikare pêşî li vê rewşê bigire

Demîrtaş bersiva pirsên Ozgurlukçu Demokrasiyê da û got, "Ji xeynî HDP’ê ti hêz û navendeke demokratîk nîne ku pêşî li vê rewş û rêveçûna Tirkiyeyê bigire.

Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî bi Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê girtî Selahattîn Demîrtaş re hevdîtinek kir.

Di destpêka hevdîtina rojnameyê de hate gotin, "Nivîsa Demîrtaş ku bersivên pirsên ku me jê re şandin Girtîgeha Dorlêgirtî ya Tîpa F’yê ya Edîrneyê du heftiyan dest li ser hate danîn. Midûrê girtîgehê bersiv sansur kirin û wiha da."

Hevdîtina bi îmzeya Gunay Aksoy wiha ye:

Li Emniyetê sûcdariyên li ser we çi bûn? Li ser van sûcdarkirinan mesaja ku hûn ji raya giştî re ragihînin hene?

Li Midûrîyeta Emniyetê tenê kar û barên girtin û binçavkirinê li ser me hatin kirin. Li Emniyetê îfade, lêpirsîn û hwd. nehatin kirin. Jixwe binçavkirina me û birina me ya li emniyetê jî li derveyî zagonan e. Dozgerî tenê dikare biryar bide ku di zûtirîn demê de me derxîne ber dozgeriyê. Ji ber ku destlênedana me tenê bi şiklê ku rê li ber darizandina me vekin û li ser dosyayan hate rakirin. Binçavkirina me û girtina me li derveyî zagona ye.

…SANSÛRKIRÎ…

Birêz Demîrtaş, li gor we têkiliyeke çawa heye di navbera projeya ‘’Tirkiyeyîbûn’ê de, ku vê di girseyên berfireh de rê li ber kelecaniyekê vekir- û operasyona bi ser we de çi têkilî heye?

Ên ku tesfiyekirin li ser me yanî HDP’ê ferz kirin AKP û revdeyên ‘nîjatperest, şowen, nîjatperest’ bûn ku li dor AKP’ê li gorî berjwendiyên xwe yên siyasî tevdigeriyan. Projeya HDP’ê perspektîfa têkoşîna hevpar a gelên Tirkiyê û jiyana hevapar a nû…

…SANSÛRKIRÎ..

Niha girtina hevserok û hema hema hemû rêveberiyên rêxistina wê, nîşan dide ku ‘Projeya Tirkiyeyîbûnê’ têk çûye an berevajî vê nîşan dide ku hatiye qonaxeke dî?

…BERSIV SANSÛKIRÎ YE..

Dema ku hûn dîroka siyasî, ya ku navên girîng ên tevgera siyasî ya Kurd ên wekî Vedat Aydin, Mehmet Sîncar hatine kuştin û partiyên wan hatine girtin bînin ber çavan, hûn dikarin mîsyona HDP’ê pênase bikin?
HDP amûreke wiha ye ku kevneşopî û mîrateya têkoşîNa demokratîk a tevgera siyasî ya Kurd hilgirtiye û bi hêzên pêşverû û demokratîk re kariya li asteke stratejîk a hevalbendiyê bigihîne hev. Partiyeke wiha ye ku şert û mercên herêmê û global ên guhartî, teknîk û taktîka têkoşînê, teşeyê têkoşînê û berxwedanê ji nû ve nirxandiye û li gorî îro daye edilandin û kevneşopiyeke xurt bi siberojeke nû re gihandiye hev.

…SANSÛRKIRÎ…

…SANSÛRKIRÎ..Di vê şêmûga şikestina dîrokî de, HDP partiyeke wiha ya siyasî ye ku ji bo hemû gelên çewisandî yên Rojhilata Navîn, ji bo avakirina jiyaneke nû ya alternatîf mîsyoneke girîng daye ser milan û bûye tevgera rasteqîn a gel.

Bi tiştên dawî yên ku hatin jiyîn, li hin derdora israra siyaseta demokratîk a Kurdan hate nîqaşkirin. Ji vê psîkolojiya ku weke ‘qûtbûna psîkolojîk’’ ê binavkirin, şertên paş ve vegerê hene?

Ez axaftina li ser qutbûna Kurdan an jî hin gel, komên din ên ji siyaseta demokratîk pir bêwate û beleheq dibînim.  Siyaseta demokratîk ji bo civakekê yek ji rêbaze herî sereke ya çareserkirina pirsgirêkan a herî normal e. Di vê civakê de divê em ‘polîtîkayê’ bi nirxên etîk deq bikin, jê xilas bikin ku ew xwemalî ‘qada dewletê’ ye û dîsa bikin tiştekî ku xwemalî ‘qada civakê’ ye. Fêde tê de heye ku em têgîna rast bidin edilandin û wiha li ser bidin û bistînin. Niha piraniya mirovan ji bo ku polîtîkayê weke kar û bareke xwemalî dewletê (di yekdestiya dewletê de) dibînin, bi qutbûna hîsî ya ji dewletê, dibêjin ji siyaseta demokratîk ku ya xwemalî dewletê tê xuyakirin jî divê qutbûnek çêbibe. Heke vê bi zanebûn nakin jî nexwazin jî li hemberî pêşketina çanda demokratîk dibin asteng. Di vê mijarê de tişta ku divê bê nîqaşkirin parlamenterîzm e...

... SANSURKIRÎ YE...

Lê em nikarin bibêjin tekane alternatîfa parlamenterîzmê çek û şîdet e. Dîsa Bİ rê û rêbazên demokratîk  dikare qada siyasetê bê mezinkirin. Wekî di pêvajoya "asayîbûnê" de ji bo civakê tişta esasî siyaseta demokratîk e, amûr û rêbazên şer neasayî ne. Ji bo pêşxistina siyasetê bêçek û bêşîdet û ev kirina çandekî mayînde tişta ku em jê venegerin e. Pêdiviyekî bingehîn e. 

... SANSURKIRÎ YE...

Wekî min gavekî berê jî anî ziman bi hevalên xwe biryarekî hevpar...

... SANSURKIRÎ YE...

* Piştî girtina we rayedarên partiyê biryara xebatên meclîsê bidin rawestandin û biçin nava gel stendin. Hûn çawa şirove dikin? 

Ev rewş ne vekişandina ji siyaseta demokratîk e. Ev dewlemendiya taktîkê ye. Divê mirov pêş bixe.

…SANSURKIRÎ YE... 

* Îktîdarê daxuyand ku operasyon ne li dijî rêziknameya partiyê ye. Dixwazin çi bêjin? Li aliyê din navenda partiyê di bin dorpêçê de ye. Ev tê çi wateyê? 

…SANSÛRKIRÎ YE... 

Li şûna wekî berê partiyan bi cureyên çors bigirin, niha dixwazin bi rêbazên veşarî hundirê partiyê vala bikin û tasfiye bikin. Ev rêbaz jî bi qasî rêbaza girtina partiyan dijhiqûqî û ne rewa ye. 

…SANSÛRKIRÎ YE…

* Bi îhtîmala ku HDP li dervê meclîsê be, dibe ku hilbijartina pêşwext têkeve rojevê? 

…SANSÛKIRÎ YE…

Referandum û hilbijartina pêşwext dê rojeva siyasî ya sereke ya sala 2017’an be. . 

…SANSÛRKIRÎ YE..

* Azadiya îfade û ramanê hatiye sînorkirin. Ji bilî medya hevkarên îktîdarê destûr nade tu medya din weşanê bike. Li dijî HDP'ê operasyon tê lidarxistin. Niha dixwaze CHP”ê jî bike şirîkê xwe û wekî xwe bike. Mirov dikare vê yekê tenê bi armanca "serokdewletiyê" penase bike? 

Bê guman hedef ne tenê Serokdewletbûn û îktîdar e. Di serî de geşedanên li Sûrî û Iraqê pêş dikevin, bi rojava roj... SANSÛRKIRÎ... Geşedanen li Herêma Federal pêş dikevin şerê di navbera oldaran de, şerê mezheban ê olê Îslamê, Piştî Osmaniyan gelê Tirkiye di nava xwe de şerê hilafet û -îttihatê dike. Bandora wê li ser îro dike. Di pêşketinên dirokî de daxwazên kurdan wê demê û niha li ser heman erdnîgariyê hatine rojevê. Li gel van pirsgirêkan, pirsgirêkên mudaxaleya hêzên emperyal û kapitalizmê ku pêş xistine jî heye. Bişaftinên bi pergala moderniteya li ser kes û civakê hatine pêşxistin. Dîsa li dijî nasnameya jinê û xwezayê hemû li ser hev bandorê zêde û aloz dikin. Pirsgirêk ne tenê wekî model “pergala serokdewletiyê ye. Tenê ne niqaşa modelê ye.

Ger ku tenê model bûya em wekî HDP'ê ji vê niqaşê re amade bûn. Me dikarîbû wekî HDP'ê piştgirî bida vê modelê. ...SANSÛRKIRÎ.. Em di vî milî de rexne û pêşniyarên CHP'ê lawaz dibînin. CHP, her çend li dijî avakirina rejîma AKP'ê derkeve jî dixwaze statukobûna xwe bi parêze. Dibêje “Pêwiste Komara Laik, demokratik bê parastin" Lê Komar ne laîk, ne demokratîk û ne jî .... SANSÛRKIRÎ... Em wekî HDP'ê li dijî statukoya AKP’ê bi rezervazyona bîrdozî dixwazin pergalek ku karibe civakê bi rêve bibe ava bikin. Raste AKP, di vî milî de CHP’ê ji bo xwe asteng nabîne. Naxwaze CHP’ê tasfiye bike. Dixwaze wê wekî xwe bike. Dixwaze wê kontrol bike. …SANSÛRKIRÎ…

* Bi taybetî birîndarkirina Cîgirê Serokê CHP'ê û gule danîna ber deriyê avahiya wê, êrîşên li dijî teşkîlatên wê yên taxan... dişibin êrîşên berîya 7'ê Hezîranê yên li dijî we. Hûn van pêşketinan çawa şirove dikin? 

Armanca van êrîşên li ser CHP’ê ew e ku dixwazin CHP’ê bi zextan têxin bin kontrolê. Naxwazin muxalefetek xurt û bi kok li hemberî AKP’ê ava bikin. Hin caran bi hezkirina CHP’ê û hin caran bi lêdana CHP'ê dixwaze CHP'ê bîne rê û kontrol bike. AKP dixwaze gav bi gav rejîma xwe ava bike.

* Daxuyaniyên Ewropa yên der barê HDP’ê de hûn çawa şirove dikin. Dê bandora xwe çawa li ser rewşa Tirkiye ya andî-demokratîk bike? 

Bertekên Ewropa û hêzên navneteweyî her çend zêde ne bi bandor bin jî bi wate ne. …SANSÛRKIRÎ … Dijberî vê pêvajo û rêveçûnê hem di aliyê rêxistinî û hem jî di milê bîrdozî de ji bilî HDP'ê tu hêzên muxalif yên demokratîk tune ye. Ji ber vê yekê tasfiyekirina HDP’ê ewlehiya Ewropa ji dixe nava talûkeyê. Li Tirkiye pêşketina demokrasî, mafên mirovan û aştiyê ne tenê ji bo me ji bo YE'ê jî erênî û girîng e. Ji ber vê yekê bê guman girîng û bi fêde ye ku YE her dem alîkarî û piştgiriyê bide HDP û projeyên HDP'ê. Ji ber vê yekê hemû hêzên ku piştgirî dane HDP'ê em spasiyên xwe pêşkêşî wan dikin. Em silav û rêzên xwe ji hemû gelê me mêy Ewropa ku li kolan û qadan piştgirî dan me re dişînin. 

* Hûn dixwazin ji gelê Tirkiye re çi bêjin? 

Ji bo me ji deqîqEyên ewil de.. SANSÛRKIRÎ.. yên li ser piyan bûn û bertekên xwe nîşan dan em ji hemû gelê xwe re spasiyên xwe dişînin. Em wan pîroz dikin. Ez destê hemû dayikên ku ji bo me dua dikin maç dikim. Ez ji hemûyan re silav û rêzên xwe dişînim. 

Ez dema xwe bi xwendin û nivîsandinê derbas dikim

* Hûn dikarin behsa şert û mercên zindanê bikin? Hûn dema xwe çawa dinirxînin? 

Li Tirkiye û hemû cîhanê bi bi girtina mirovan cezakirin li dijî ruh, sinc û zagonên xwezayê ye. Li Tirkiye di serî de Girtîgehên Tîpa F û hemû girtiyên din hemû wekî “ezaevi” hatine plankirin. Dixwazin bi van girtîgehan ezîyet û îşkenceyê pêş bixin. Li dijî min li gorî “pîvan” û “nezaket”ê tev geriya ne. Lê quralên wan jî li dijî mafên mirovan û rûmeta mirovahiyê ne. Niha bi hinceta ewlehiyê ez di Tîpa F û bi serê xwe di hucreyê de têm girtin. Lê ger ku ev rewş piştî demekê bidome ez dê wê wekî tecrîdê bi nav bikim û li gorî vê yekê helwestê pêş bixim. Ez piraniya dema xwe bi xwendin û nivîsandinê derbas dikim.