Demîrtaş: Em ê li her cihî li dijî faşîzmê li ber xwe bidin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di civîna heftane ya koma partiya xwe de mijarên di rojevê de nirxand.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di civîna heftane ya koma partiya xwe de mijarên di rojevê de nirxand.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di civîna heftane ya koma partiya xwe de mijarên di rojevê de nirxand.
Demîrtaş ewil roja parêzeran pîroz kir û Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî bibîr anî. Demîrtaş, li ser polîtîkayên Hikûmeta AKP'ê yên li hemberîi Sûriyeyê rawestiya û got: "Li Sûriyeyê bi sed hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dane û bi mîlyonan welatî koçber bûne. Herî zêde ji şerê Sûriyê mexdûr bûne welatiyên Sûriyeyê ne. Roja ku şer destpê kir me çi got em îro jî dîsa heman tiştî dibêjin. Çawa şer destpê kir, Serokkomar Erdogan digot em ê li Şamê nimêja nîvro û li Helebê jî nimêja êvarî bikin."
Demîrtaş polîtîkayên AKP'ê yên li hemberî Sûriyeyê rexne kir û wiha dewam kir: "Pergala ku li ser rant, dizî, şer, berjewendiyê hatiye avakirin em nikarin rewa bibînin. 6 sal di ser re derbas bûn, lê hêj rejîma Şamê nehat hilweşandin. Hikûmeta AKP'ê raste rast biryara şer de dide. Li gel hêzên derve leşkerên xwe paşve kişandin jî dîsa Serokwezîr Davûtgolû, ji bo rant û berjewendiyên xwe yên siyasî dixwaze şer gur bikin. Çete li Dîlok, Kîlîs, Hatay û herêmên din perwerde kir û şandin nava Sûrê."
Demîrtaş anî ziman ku Davûtoglû bi polîtîkayên Osmanî tev digere û got "Davûtoglû bi destê xwe teror xwedî kir û bi rêxistin kir. Ji ber vê rastiyê Nûnerê Rojnameya Cumhuriyetê yê Enqereyê tê darizandin. Bi dehan belgeyên din di dest de hene. Dibêjin ti carî bi terorê re muzakere nabin, lê diçin bi barbarên DAIŞ'ê re li dora maseyê rûdinên. Li aliyeki dixwazin rejîma Şamê hilweşînin, li aliyê din dixwazin nifûsa Sûrî vala bikin û Sûriyê vala bikin." Demîrtaş, anî ziman ku di vê mijarê de Tirkiye tenê ne sucdar e. Ewropa jî şirîkê vî sûcî ye. Demîrtaş, da zanîn ku Ewropa bi rêya Tirkiyeyê alîkarîyê dike.
'ÇARESERÎ AŞTIYA NAVXWEYÎ YE'
Demîrtaş bal kişand ser penaberên li Tirkiyê tên bi cih kirin û wiha berdewam kir: "Niha li Mereşê bi qasî nifûsa wê penaberan bi cih dikin. Li nava gundên Elewiyan bi qasî nifûsa wan penaberan di nava wan de bi cih dikin. Tiştê herî baş ên ji bo penaberan bê kirin, sulh û aştiya navxweyî ya Sûriyeyê ye. Tu îro tişta herî baş li derveyê welat bike jî wê dîsa bixwazin vegerin welatê xwe. Ji ber vê yekê tişta herî baş aştiya nava Sûriyeyê ye. Dema di kampa li nava elewiyên Mereşê de israr bikin wê demê niyete cuda heye. Li gel welatiyên wir naxwazin çima bi israr dixwaze kampê li wir ava bike. Eger aramiya Tirkiyeyê dixwazin, wê demê divê berî her tiştî me ji bo welatê xwe aştiyê bixwazin. Eger ku em ji bo welatê xwe aştiyê nexwazin em nikarin ji bo cîranên xwe jî aştiyê bixwazin."
Demîrtaş, helwesta Tirkiye ya ji bo şerê Kafkas jî rexne kir û wiha got: "Wer xuya dibe ku Tirkiye ji şerê Başûrê Tirkiye- Sûriyê têr nebûye niha jî destê xwe dirêjî tevliheviya şerê Karabag ê Kafkasan dike. Di nava Ermenîstan û Azerbeycanê de tevliheviyê dike."
'EM Ê LI HER DERÊ LI DIJÎ FAŞÎZMÊ LI BER XWE BIDIN'
Demîrtaş da zanîn ku ew ê li her derê her tim li dijî faşîzmê li ber xwe bidin û ti carî welêt teslîmî faşîzmê nekin. Demîrtaş ragihand, ew ê nehêlin welat veguhere gola xwînê û gotina 'Kevir li ser kevir, serî li ser mil nehêlin' a Serokê MHDP'ê Devlet Bahçelî rexne kir. Demîrtaş destnîşan kir, ku ji ber van polîtîkayan dixwazin Tikiye bikin gola xwîne. Demîrtaş , bal kişand ser politîkayên neo-lîberalizmê û wiha got: "Fatûrê şer herî zêde karker û cotkar didin. Sendîkayên karker û kedkar divê hemû bibin yek. Eger ku niha li dijî polîtikayên AKP'ê nebin yek, Tirkiye wê di qada aborî de pêvajoya herî zahmet derbas bike. Divê destûr nedin sermayeyê pêşkêşî neo-lîberalîzmê bikin. Divê hûn nebin hevkarê şer û polîtîkayên hikûmetê yên şer."