Demîrtaş: Em dixwazin balê bikişînin ser grevên birçîbûnê, daxwazeke me ya şexsî nîne

Demîrtaş der barê greva xwe ya birçîbûnê de peyamek şand û diyar kir, ti daxwazeke wan a şexsî nîne, ew dixwazin balê bikişînin ser grevên birçîbûnê û pirsgirêkên li girtîgehan.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, ji Girtîgeha Edîrneyê ku lê girtî ye, bi rêya parêzerên xwe peyamek şand.

Di peyama Demîrtaş de wiha tê gotin:

"Ti daxwazeke me ya şexsî nîne...

Çi edlî, çi jî siyasî mafê her girtî û hikumxwaran e, ku miameleyeke însanî li wan bê kirin.

Em dixwazin balê bikişînin ser kiryarên kêfî, dûrî mirovahiyê û li dijî hiqûqê yên li girtîgehên Tirkiyeyê. Ji ber van pirsgirêkan, zêdeyî 40 roj in li gelek girtîgehan grevên birçîbûnê hene.

Wezareta Edaletê ji vê qadê berpirsyar e, nabe ku li pêşberî van meseleyên cidî bi vî rengî bi xemsarî tevbigere. Nepêkan e ku em vê nêzîkatiya xemsar qebûl bikin.

Weke parlamenteran ti daxwazeke me ya şexsî nîne. Ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê û pirsgirêkên li girtîgehan, ji bo berpirsyariya Wezareta Edaletê bînin bîra wê û ji bo pêkanînên kêfî yên Midûrê Girtîgeha Edîrneyê şermezar bikin, em ketine greva birçîbûnê."