Demîrtaş: Em berpirsyarê parastina daxwazên Elewiyanin

Demîrtaş: Em berpirsyarê parastina daxwazên Elewiyanin

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş, li Otela Hîllê tevlî "Civînên Diyaloga Elewiyan-2" bû û diyar kir ku, ji bo daxwaz û pêşniyarên elewiyan guhdar bikin ev civîn pêk anîne. Demîrtaş diyar kirin ku, divê elewî nebin baxçeyê hewşa dawî ya partiyek siyasî û wiha got: "Em berpirsyarê parastina daxwazên elewiyanin."

Rêxistina BDP'e ya Stenbolê ji bo li pirsgirêkên elewiyan guhdar bike li Otela Hîllê "Civînên Diyaloga Elewiyan-2" pêk anî. Di civînê de Hevserokên BDP'ê Selahattin Demîrtaş û Gultan Kişanak, li Otela Hîllê ya Taksîmê bi nûnerên saziyên sivîl ên elewî re hatin cem hev. Ewil Hevserokê Gişti yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş axaftin kir di serî de sersaxî ji malbata Dayika Berfo û Dayîkên Aştiye re xwest.

Demîrtaş li ser Dayîka Berfo wiha got: "Îro merasima cenazeyê dayika me ya bi qîmet Berfo hebû. Careke din ez sersaxiyê ji hemû dayîkên ku êşê dijî re dixwazim. Dayîka berfo 32 salan li kurê xwe yê winda geriya û ji bo dîtina kurê xwe têkoşîn da. 32 salan ji bo kure xwe bibine têkoşinek mezin da. Beyî ku kurê xwe bibîne jiyana xwe ji dest da. Ji ber vê yekê barê me girantir kir. Em dê vê barê wê bi keyfxweşî bidin ser milê xwe. Sala par di meha hezîranê de me li Mêrsînê komxebatek bi vî rengî pêk anîbû. Niqaşên erênî pêş ketibûn. Li gorî van nîqaşan xwest polîtîkayên partiya xwe di ber çavan re derbas bikin. Ev civînên ku em bi elewiyan re pêk tînin, ne ji bo ku em bi axivin, ji bo ku em guhdar bikin em pêk tînin. Em dixwazin piştî ku me li daxwaz û pirsgirêkên wan guhdar kir li gorî vê yekê polîtikayên partiya xwe nû bikin. Tekoşîna me têkoşina bi civak û beşên ku mafê wan tên bindestkirin û keda wan tê binpêkirin re ye. Ji bo me rêxistinkirina elewiyan û daketina elewiyan a kolanan hevî û kefxweşiyeke. Ji ber ku ev hêza elewiyan derdikeve holê her tim komxebatan pêş dixe. Daxuyaniyên Serokwezîr Erdogan feraset û nêzîkatiya wî ya li hemberî elewiyan nîşan dide."

'ELEWÎ NE BAXÇEYÊ HEWŞA DAWÎ YA TU PARTIYANE'

Demîrtaş polîtîkayên AKP'ê yên li hemberî elewiyan rexne kir û da zanîn ku, elewî ne baxçeyên hewşa dawî ya partiyên siyasî ne. Demirtaş anî ziman ku wekî partiyê berpirsyarê parastina maf û daxwazên elewiyan in û wiha berdewam kir: "Em wekî BDP'ê bawerî û çandê kesî niqaş nakin. Ger ku civaka Elewî Cemxaneyan wekî warê îbadetê bi nav dike divê ev yek neyê hiqaşkirin. Ev neheqiye. Li welatekî pir çandî û pir zimanî divê yek çand, baweri neyê qebûlkirin.

Divê êdî elewî bêtir bi rêxistin û di nava yekitiyê de bin û nebin baxçeyê hewşa dawî."

Demîrtaş di derbarê hevdîtinên îmraliye de jî diyar kir ku, nîqaşên wan ên li ser heyetê bi dawî bûne û helwesta partiya îxtîdarê rexne kir. Demîrtaş anî ziman k wekî BDP'ê ji bo pêvajoya aştiyê pêş bixin gavên pêwîst avêtin. Lê Erdogan bi daxuyaniyên xwe gavan bi paşve dide avêtin.

Civîna elewiyan ji çapemeniyê re girtî berdewam kir û dê heta demjimêr 18.30'an berdewam bike.