Demîrtaş bo du metropolîtan de ji PYD’ê alîkarî xwest
Demîrtaş bo du metropolîtan de ji PYD’ê alîkarî xwest
Demîrtaş bo du metropolîtan de ji PYD’ê alîkarî xwest
Hevserokê giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş ji bo ku Metropolîtî Rum yê Antakya û Halebê Pavlo Yazici û Metropolîtî Ortodoks yê Suryanî yê Halebê Yuhhana Îbrahîm ku li Suriyeyê hatin revandin bê dîtin li hevserokê gitşî yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) geriya. Demîrtaş di vê hevdîtinê de jib o ku her du metropolîtîn bê dîtin li ser navê Suryaniyên Tirkiyeyê ji Muslim alîkarî xwest.
Li gorî agahiyên ku Buroya Çapemeniya BDP’ê daye, Demîrtaş ji bo ku her du metropolîtîn bê dîtin, xwestiya ku partiya herî mezin a Rojavayê Kurdistanê PYD bikeve dewrê.
Di agahiyê de hate diyar kirin ku serokê PYD’ê Muslim diyar kiriye ku ji roja bûyerê de heta niha din ava lêgerînekê de ne û da zanîn ku herêma ku her du metropolîtîn lê hatine revandin, ji bilî hêzên girêdayê Artêşa Azad a Suriyeyê kes tune. Muslim da zanîn ku ew bi hemû aliyan bûyerê dişopînin û lê di mijara ku kê ew revandine de hêj zelaliyek tune.
BDP’ê destnîşan kir ku Muslim diyar kirin ku ji bo di demek kurt de encam bê girtin çi ji destê wan bê dê bikin. Demîrtaş jî da zanîn ji ber piştgiriya PYD’ê ew li ser navê Suryaniyên Tirkiyeyê spasiyên xwe pêşkêşî Muslim dikin.
BDP’ê ku der barê rewşa her du metropolîtînan de hewldanên xwe dildomîne, her wiha bi Wezareta Karê Hundir re jî hevdîtinên xwe didomîne.