Demîrtaş: Birêz Ocalan pêşnûmaya çareseriyê amade dike
Demîrtaş: Birêz Ocalan pêşnûmaya çareseriyê amade dike
Demîrtaş: Birêz Ocalan pêşnûmaya çareseriyê amade dike
Hevserokê Gişti yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş, der barê hevdîtina heyetê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk hat daxuyanî da çapemeniyê. Demîrtaş, diyar kir ku hevdîtin pir erêni pêk hatiye û hêviya wan a aştî û çareseriyê xurttir kiriye. Demirtaş, da zanîn ku piştî heyetê bi Ocalan re hevdîtin pêk aniye, Ocalan dest bi pêşnûmeya çareseriyê kiriye û dê di demek kin de ji wan re ragihîne.
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş, têkildarî hevdîtina heyeta BDP'ê ya li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk anî civîna çapemeniyê pêk anî. Demîrtaş diyar kir ku hevdîtin pir erênî û baş derbas bû û wiha got: "Pir erênî derbas bû û hêviyên aştiyê zêde kirin. Birêz Ocalan li wir bi hevalên me re li ser pêvajoyê niqaş meşand û xwest her kes li pişt vê pêvajoyê aştiyê bisekine. Peyam û biryara ku Birêz Ocalan da, helwestek ku her kes piştgiriyê bide û li pişt wî bimeşe ye. Birêz Ocalan anî ziman ku ew bi biryar û baweri ye. Hevalên me jî çavdêriyên xwe kirin. Di hevdîtinê de ji bilî kesên şerxwaz helwesta hemû kesên aştiyê dixwaze derket pêş Ji bo çareseriyê pêşnûmeyekê amade dike. Di demek nêzîk de vî metnê pêşnûmayê ji mere ragihîne. Em wekî partî ji destpêka pêvajoyê heta niha her tim di nava hewldanan dene. Her tim bendewarî û daxwazên xwe yên çaresekiyê tînin ziman. Em ji hikûmetê jî dixwazin ku ji niha û şûnde êdî gavên şênber bên avêtin. Ji ber ku ev pêvajo ne pêkan e ku tene li ser Birêz Ocalan pêş bikeve. Divê hemû kesên aştiyê û çaresekiye dixwaze piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Ji bo azadî û demokrasî pêş bikevin divê her kes li dora vê pêvajoyê bibin xelek. Em jî di vî alî de amade ne. Divê pêvajoyê de divê bi axaftin diyalog û muzareyê çareser bibe. Em ji vê pêvajoyê re amade ne. Me ev helwesta xwe ji Birêz Ocalan re ragihand. Ger ku kesên destê xwe bide ser wîjdanê xwe û ji bo çareseriyê gavan bavêje dê bibe destkeftin û serkeftina Tirkiyeyê. Ev çareseriya ku Birêz Ocalan daye destpêkirin ji bo Tirkiyeyê şansek mezin e. Divê her kes piştgiriyê bide vê pevajoyê.
Demîrtaş, da zanîn ku ji bo wan ya girîng biryar û vîna çaresekiyê ye û wiha berdewam kir: "Ev biryar û vin li Îmralî derketiye holê û em heta dawî li pişt vê pêvajoyê ne. Metna pêşnûmeya ku tê amadekirin piştî heyeta me çû dê bi dawî bibe. Em li bendê ne ku di nava 2 rojan de bigêje destê me. 2-3 hefteyên em têde demek pir krîtîk e. Em dê di nava van hefteyan de her tiştî bibînin. Ji bo vê yekê divê her kes hesas tevbire û piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Ji bo vê yekê em dê di nava hewldanan de bin. "
Demîrtaş, da zanîn ku yên Ocalan bang bû û wiha berdewam kir: "Em jî dê peyvira xwe ya sincî û siyasî pêk bînin. Divê heyet çend carên din biçin Îmraliyê. Ji bo me nav ne girîng in. Ji bo pêvajo pêş bikev lazim e. Banga Serokwezîr dibe ku ji bo raya giştî ava bike hatibe kirin. Lê bandorê li ser PKK'ê nake. Banga Ocalan ji bo PKK'ê esas e. Banga Birêz Ocalan dê her tiştî biguherîne. Her tişt li ser banga Ocalan pêş dikeve."