Demîrtaş bi derdorên Îslamî re civiya

Demîrtaş ê bi derdorên Îslamî re civiya, têkîldarî gefa Serokkomarê Tirk Erdogan a “ji hemwelatîbûnê derxistinê” wiha got: “Yên li derveyî mirovahiyê disekinin me bi ji hemwelatîbûnê derxistinê tehdîd dikin. Em wan dawetî mirovatiyê dikin.”

Demîrtaş ê bi derdorên Îslamî re civiya, têkîldarî gefa Serokkomarê Tirk Erdogan a “ji hemwelatîbûnê derxistinê” wiha got: “Yên li derveyî mirovahiyê disekinin me bi ji hemwelatîbûnê derxistinê tehdîd dikin. Em wan dawetî mirovatiyê dikin.”

Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş li Stenbolê bi derdorên oldar ên îslamê re civiya. Civîn li Otêla Elite World pêk hat. Beriya civînê Demirtaş, bi Parlamenterên HDP’ê Celal Dogan, Huda Kaya, Ayhan Bîlgen, Mehmet Alî Aslan û Nimetullah Erdogmuş re hat pêşberî kamerayan û mijarên di rojevê de nirxandin. Piştre civîn ji çapemeniyê re girtî hate meşandin.

Demîrtaş pirsên xebatkarên çapemeniyê bersivand, anî ziman ku nîqaşên “ji hemwelatîbûnê derxistinê” karên pêkanîna derbeya cûntayê ne, bi bîr xist ku kiryarên heman di dema Hîtler de li Elmanyayê ketine meriyetê. Demîrtaş destnîşan kir ku welat yê her kesî ye, got: “Ev welat ne yê nîjadekî ye, wê her kes vê wisa bibîne. Yê bibêjin ‘kî ne ji min be dijminê vî welatî ne’ wê demê welat bi destê xwe parçe parçe dikin.”

Demîrtaş bi lêv kir ku gefên “ji welatîbûnê derxistinê” ne layiqî axaftinan e, wiha dewam kir: “Yên ji mirovatiyê derketin me bi ji welatîbûnê derxistinê tehdîd dikin. Em wan dawetî mirovahiyê dikin. Eger ew li mirovatiya ku jê derketine vegerin wê demê li welat wê aştî, hizûr mimkûn be.”

Demîrtaş, bertekên li hember kampa koçberan a li Gurgumê tê avakirin bi bîr xist, anî ziman ku li Tirkiyeyê zêdehiya wê Sûriyeyî, nêzî 3 mîlyon koçber hene. Demirtaş wiha got: “ Ev mirovên ku hê negîhane statuya koçberiyê jî, bi qasî me jî mafê wan hene ku li ser vê xakê bijîn. Lê, hê jî birînên qetlîamên Elewiyan ên li Gurgumê ji fikrê me derneketiye û di hêla erdnîgariya wê de guhertinên dikarin çêkin û xwedî serjimêriyariyekî qelebalix in, ji aliyê hikûmetê ve avakirina kampek wisa mirovan dixe nava fikaran.”

Piştî daxuyaniyê Demîrtaş û heyeta HDP’î ya pê re, bi derdorên Îslamî re civîneke ji çapemeniyê re girtî li dar xistin.