Demîrtaş: AKP divê ji bo çareseriyê nexşerêya xwe aşkera bike
Demîrtaş: AKP divê ji bo çareseriyê nexşerêya xwe aşkera bike
Demîrtaş: AKP divê ji bo çareseriyê nexşerêya xwe aşkera bike
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş di xwarina piştevaniyê ya Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê de axivî û diyar kir ku ew dê der barê heyeta çûn Girava Îmraliyê raya giştî agahdar bikin û wiha got: "Piştî Birêz Ocalan nexşeriya xwe aşkera kir divê AKP jî nexşeriya xwe ya çareseriyê aşkera bike. Ka dê çi di çanteyê wan de heye. Dê wê demê samîmiyeta AKP'ê derbikeve."
Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê li Salona Dawetê ya Premîum a Okmeydaniyê xwarina piştgevaniyê da. Hevserokên Giştî yên BDP'ê Selahattin Demirtaş û Gultan Kişanak, Civaknas Îsmaîl Beşikçî, rêveberên BDP'ê yên Kocaelî, Tekîrdag ji wezîrên dewletê yên berê Ziya Halîs, endamên Meclîsa BDP'ê, YAKAY-DER, saziyên elewiyan, serokên komeleyên herêmê û bi sedan welatî tevlî xwarinê bûn. Di salonê de pankarta bi kurmancî, kirmanckî û tirk ya "Hûn ji xwarina me piştevaniyê re bi xêr hatin" hate daliqandin. Demîrtaş li ser hemû maseyan geriya û xêr hatina mêvanan kir. Piştî rêzgirtinê Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê Asiye Kolçak axivî û xêrhatina mêvanan kir. Kolçak, xwest ku hemû kes tevlî bernameyên di meha adarê de li dar dixin bibin û hemû kesên aşîtîxwez divê di adarê de li qadan bin.
'EM NAKEVIN NAV HESABÊN BIÇÛK’
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî diyar kir ku BDP li otelên dewlemend nehate avakirin û wiha got: "Partiya me bi têkoşîna gel a li kolanan û saya bi hezaran şehîdan û rêhevalan hate avakirin. Bingeha me ya xwedîbûnê gel e. Fidekariya gel nîşaneya meşa me ya azadiyê ye. Em bi hêza gelê xwe dimeşin." Demîrtaş, anî ziman ku nîqaşên demên dawî li ser partiya wan pêktên bi armanca partiyê perçe bikin e û wiha axivî: "Em di nava hesabên biçûk da nabin. Em li gorî salekê na li gorî sedan salan pêşeroja xwe difirkirin û wisa tev digerin. Heke em partiyekî hesabên biçûk bikin dengên me ji AKP'ê kêmtir nabin." Demîrtaş, da zanîn ku AKP li aliyekî dixwaze pirsgirêka kurd çareser bike û li aliyê din jî hewildanên dengên xwe zêde bike dike û wiha pê de çû: "Pirsgirêka kurd weke pirsgirêka terorê dide nasîn. Dibêje em dê vê pirsgirêkê xilas bikin. Dibêje 'Pirsgirêka birayên min ên kurd e' Bi mafên makezagonî ev pirsgirêk nayê çareserkirin. Bi şerê psîkolojîk dixwazin vê yekê çareser bikin." Demîrtaş, bilêv kir ku AKP 11 salin desthilatdar e lê bawerî neda gelên bindest û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Dema hatin ser kar gerîla û pevçûn tunebûn. Xwîn nediherîkî. Dayîk nedigirîn. AKP ev rewş bi awayekî amade wergirt. Muzakereyên YE'ê dest pê kiribûn. Ji bo kurd mafên xwe temlîs bikin tu bertek tunebûn. Heta 2005'an rewş wisa bû. Gol ji bo çareseriya pirsgirêka kurd tiştek çêbû? Di desthilatdariya AKP'ê ya 11 salan de agirbestên fîlî hebûn. Piştî vê seatê incax bi gavên pratîk bavêje em bawer bikin. Dema gotinan derbas bû dem dem pratîkê ye. Gelê kurd weke gel dê bê qebûl kirin an na? Kurd gelê herêmê ye. Hûn vê yekê qebûl dikin?"
'EM DÊ PÊVAJOYÊ JI NÊZ VE BIŞOPÎNIN'
Demîrtaş, diyar kir ku heyeta BDP'ê ya dişînin Îmraliyê li ser navê gel dişînin û wiha got: "Dê bi Birêz Ocalan re nîqaşan bikin. Em hûndir de çi çêdibe nizanin. Birêz Ocalan dê geşedanan bi heyetê re sibê bişîne derve." Demîrtaş, anî ziman ku AKP li ser navê hemû kesî diaxive û wiha axivî: "Erdogan,dad meclîs û li ser navê hemû kesî diaxive. Şertê muzakereyan ew e ku hemû kes li ser navê xwe biaxive." Demîrtaş, da zanîn ku ji sibê şunda dê pêvajoyê bêtir di nêz de bişopînîn û wiha pê de çû: "Bila xwîna diherike raweste. Ya vê yekê jî bike Birêz Ocalan e. Samîmiyeta wan heye gelo? Heke projeyên wan ên çareseriyê hebin em dê di hefteyên pêş de bibînin. Piştî Birêz Ocalan nexweşriya xwe aşkera kir divê AKP jî nexweşriya xwe ya çareseriyê aşkera bike. Ka dê çi di çanteyê wan de derbikeve. Dê wê demê samimiyeta AKP'ê derbikeve derve."
'EM NABIN AMURÊ AKP'Ê
Demirtaş, anî ziman ku ew amadene her tim tevkariyê bidin pêvajoya aştiyê lê nabin amurê berjevendiyên AKP'ê û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Heke samîmîbin em dê hemû piştgiriyan bidinê. Têkildarî koma me re tahlîlan dikin. Berê derbarê wekîlan de tu dê tahlîlan bikî. Berê xwe bidin koma xwe. Kesên tevkariyê bi samîmî bidin aştiyê hejmara wan tilîyan derbas nabin. Wekîlên me li cem têkoşîna gel gazê dixwin lê wekîlên te riyên îhaleyan çawa bigirin digerin. Kesên li ser me hesaban dikin biteqîn jî em dê mezin bibin. Birayên gel biryarên BDP'ê ne. Di vê pêvajoyê de dê hewil bidin ku di navbera me de bêbaweriyê pêk bînin. Lê divê hûn bi tu awayî li gorî wan peyvan tevnegerin. Li aliyekî behsa aştiyê dikin li aliyê din hewil bidin partiya me perçe bikin. Hûn jî guh nedin van yekan. Gotina entegre ev ye. Li hemberî ramana bajirganiyê em hemû bi hev de dê li hemberî wê rawestin." Demîrtaş, da zanîn ku kesên di Girtîgeha Amedê de berxewdidan îro difikirin û wisa berxwedan û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Heke wê rojê berxwenedaban îro rûyê me nebû em berê xwe bidin tu kesî. Ji bîlî me kesên em nizanin dibe ku hebin. Lê em xwe baş dizanin. Ev gel di nava piştevaniyê de heta îro hat."
Piştî axaftinan hunermend Erdogan Emîr û Zelal Gokçe derketin ser dikê.