Demîr: Konseya Ewropayê çavên xwe ji Tirkiyeyê re digire

Parêzer Ramazan Demîr bal kişand ser biryara dawî ya DMME'yê ya têkildarî wekîlên HDP'ê û got, Tirkiye sûdê ji helwesta Konseya Ewropayê werdigire û biryar ê bi cih nîne.

Parêzer Ramazan Demîr diyar kir ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) darbeya 4'ê Mijdara 2016'an eşkere kiriye û têk biriye.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) li ser serlêdana Hevseroka berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û 13 parlamenteran biryara xwe da. Di biryarê de Tirkiye hate mehkûmkirin. Ji parêzerên dozê Ramazan Demîr biryar ji ANF'ê re nirxand û li ser mijara bicihanîna biryarê got, "Li gorî xala 90'î ya Destûra Bingehîn, Tirkiyeyê di salên 1988-89'an de qebûl kir ku bi biryarên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ve girêdayî ye. Ev mijar ne cihê nîqaşê ye. Tirkiye her hefte, her roj biryarên li dijî xwe têne dayin bi cih tîne."

Parêzer Ramazan Demîr diyar kir, ku xala 18'an a di biryara DMME'yê de, piştrast dike ku parlamenter bi armancên siyasî hatine girtin û got, "Ya rast ev biryar opreasyona 4'ê Mijdara 2016'an bi temamî îfşa dike û têk dibe. DMME'yê ji xwe beriya niha ji bo biryara Selahattîn Demîrtaş jî esasên xwe diyar kiribû. Nêrîna xwe ya li ser vê mijarê niha ji bo wekîlên din anî ziman."

DIVÊ BI CIH BÊ ANÎN, LÊ NAYÊ BICIHANÎN

Demîr bi bîr xist ku Tirkiyeyê heta niha sê biryarên DMME'yê ji ber sedemên siyasî bi cih neaniye û got, "Bi taybetî sê biryar hene. Yek jê biryara Xenides-Arestis, ew dozek têkildarî Rûmên Qibrisê ye. Ya duyemîn Selahattîn Demîrtaş, ya din jî Osman Kavala. Her sê jî dozên siyasî ne. Tirkiye ji bo ev mirov neyên berdan, ji wê dilrehetiya li nava Konseya Ewropayê sûdê werdigire. Ji mekanîzmaya Konseyê sûdê werdigire ku gelekî giran dixebite. Naxwe ew biryar wê dawiya dawî bê bicihanîn."

KONSEY ÇAVÊN XWE JÊ RE DIGIRE

Parêzer Demîr anî ziman ku Tirkiye heman tiştî dibêje, Konseya Ewropa jî tiştekî nake û got, "Hikumet hîn jî heman tiştî dibêje. Ev yek dikare Tirkiyeyê bibe pêvajoyeke welê ku mafên xwe yên statuya li nava Konseyê ji dest bide. Tirkiye endamekî Konseya Ewropayê ye. DMME jî saziyeke Konseyê ye. Hûn dibêjin ku biryara wê pêk nînin. Wê demê li Konseyê cihê we nîne, mixabin Konseya Ewropayê jî di vê mijarê de gelekî lawaz dimîne. Dawiya dawî saziyeke polîtîk e."