Dema destgîrkirina Çetîn 4 roj din jî dirêjkirin
Dema desgîrkirina aktîvîsta TJA’yê Sevîl Rojbîn Çetîn a ku li Amedê ji aliyê polîsan ve bi kuçikan hatî êşkencekirin, 4 roj din hate dirêjkirin.
Dema desgîrkirina aktîvîsta TJA’yê Sevîl Rojbîn Çetîn a ku li Amedê ji aliyê polîsan ve bi kuçikan hatî êşkencekirin, 4 roj din hate dirêjkirin.
Di çarçoveya dosyaya li Mêrdînê hatî vekirin de, dema destgîrkirina aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) ya ku di roja 26’ê Hezîranê de, li mala xwe 3 seat û nîvan hatî êşkencekirin û destgîrkirin 4 roj din dirêj kirin.
Rojbîn a ku li Miduryeta Ewlekarî ya Navçeyî ya Mêrdînê tê girtin, di dosya lêpirsînê ya li Edliyeya Mêrdînê hatî vekirin de, bi hênceta “delîl ne hatine komkirin” dema destgîrkirin 4 roj dirêj kirin.