Dem Partiyê qurbaniyên Srebrenîtsayê bi bîr anî

Hevberdevkên Komîsyona Karên Derve yên DEM Partiyê Ebrû Gunay û Bedran Ozturk bi wesîleya salvegera Qirkirina Srebrenîtsayê bi daxuyaniyekê qurbaniyên qirkirinê bi bîr anîn.

Hevberdevkan di daxuyaniyê de ev yek anîn ziman: ‘’Di kêliyên şerê navxweyî yê Yûgoslavyayê de li bajarokê Srebrenîtsayê ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve weke ‘’herêma ewle’’ hatibû îlankirin, di navbera 11-18 Tîrmeha 1995’an de ji aliyê artêşa Sirb û komên paramîlîter ên girêdayî wê ve li pêşiya çavên cîhanê zêdetirî 8 hezar Bosnayî hatibûn qetilkirin. Bi deh hezaran Boşnak ji ber wan êrîşên artêşa Sirb neçar mabûn ku Srebrenîtsayê biterikinin.’’

Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: ‘’ Bi vê wesîleyê ji bo ku qirkirinên nû yên weke Qirkirina Srebrenîtsayê pêk neyên, li ser navê aşitî û aramiyê em bang li hemû neteweyên berpirs û aktorên neteweyî dikin ku pêngavên bibandor biavêjin û di navbera qirkirinan de ferq û cudahiyê nekin. Em dubare mexdûrên Qirkirina Srebrenîtsayê bi bîr tînin û careke din berpirsiyarên qirkirinê şermezar dikin. Êşa gelê Boşnak ê ku têkoşîna aşitî û azadiya xwe bi dayîna bedêlên mezin bi dest xistiye, parve dikin.’’