DEM Partiyê Celadet Elî Bedirxan bi bîr anî

Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê pêşengê Zimanê Kurdî Celadet Elî Bedirxan bi rêzdarî bi bîr anî û got: “Em ê mîrateya ku wî ji me re hiştî bigihînin lûtkeyê û azadiya zimanê xwe bi dest bixin.”

Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Partiyê di salvegera 73’yemîn a koça dawî ya Celadet Elî Bedirxan de, daxuyaniyek nivîskî da û ew bi rêzdarî bi bîr anî.

Daxuyaniya komîsyonê bi vî rengî ye:

“Di ser koça dawî ya zimannas, nivîskar, rojnameger, siyasetmedar, kedkar û xemxurê ziman û çanda Kurdî, Celadet Elî Bedirxan re 73 sal derbas bûn. Em di 73’yemîn salvegera xatirxwestina wî de Celadet Elî Bedirxan bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin.

Celadet Elî Bedirxan dema ku di 15’ê Tîrmeha 1951’ê de li Şamê xatir ji jiyanê xwest li pey xwe mîraseke mişt têkoşîn û xebatên gelek giranbuha xiştin. Jiyana Celadet Elî Bedirxan, bi têkoşîn û berxwedaneke mezin û di nav sirgûniyê de bihurî. Jiyana wî parçeyekî dîroka gelê Kurd e û di têkoşîna azadiya gelê Kurd de mînakeke hêja ye. Kalê Celadet Elî Bedirxan Mîrê Mîrektiya Cizîra Botan Mîr Bedirxan, ji ber ku polîtîkayên navendîbûnê ya dewleta Osmanî qebûl nekir û ji bo azadî û mafên Kurdan dixebitî ji welatê xwe hat sirgûnkirin. Lewma Celadet Elî Bedirxan di sirgûniyê de, 26’ê Nîsana sala 1893’yan de li Stenbolê ji dayik bû. Celadet Elî Bedirxan ji Stenbolê heta Ewropayê û ji Ewropayê heta Şamê di sirgûniyê de jiya lê belê her tim ji bo ziman û çanda Kurdî, ji bo serxwebûna neteweya Kurd di nav hewldaneke mezin de bû. Celadet Elî Bedirxan hem di warê zimannasî û çandî de, hem jî di warê xebatên siyasî de roleke dîrokî lîst. Ew tu carî ne westiya û her tim di nav xebat û têkoşînê de bû. Di 15’ê Gulana 1932’yan de Kovara Hawarê derxist û ev Kovar ji bo neteweya Kurd bû pêngaveke dîrokî ya ziman û wêjeyê. Celadet Elî Bedirxan, heval û hogirên wî di Hawarê de kuliyeteke mezin ava kirin û îlhameke mezin dan lêkolîner û xebatkarên ziman û çanda Kurdî. Kovara Hawarê ji bo Kurdan bû wek dibistanek û zanîngehekê û nivîskarên wek Kamiran Elî Bedirxan, Rewşen Bedirxan, Osman Sebrî, Nûredîn Zaza, Qedrîcan, Cegerxwîn li xwe civandin. Celadet Elî Bedirxan, di temamê jiyana xwe de ji bo standardîzasyona zimanê Kurdî hewl da. Ew, yek ji danerên alfabeya Latînî ye ku ev pêngav di dîroka zimanê Kurdî de şoreşeke mezin e.

Celadet Elî Bedirxan di 15’ê Tîrmeha 1951’ê de li Şamê koça xwe ya dawî kir. Dema ku wî koça xwe ya dawî kir hîn 58 salî bû. Wî, di nav 58 salan de gelek xizmetên giring, dîrokî û hêja ji gelê xwe re hiştin. Celadet Elî Bedirxan bi xebat û xîreta xwe di dilê gelê xwe de dijî û ew heta hetayê şarezayê gelê xwe ye. Şîretên ku wî li ser giringiya Kurdî li gelê xwe kir hîn jî li ber guhê me ye. Em ê mîrateya ku wî ji me re hiştî bigihînin lûtkeyê û azadiya zimanê xwe bi dest bixin.”