DEM Partî: Divê pêşî li asayîbûna li Sûriyeyê bê vekirin
Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê têkildarî ketina rejîma Esad daxuyanî da û diyar kir ku divê bi rêveberiyeke derbasbûnê ya ji hemû beşên civakê demokratîkbûna Sûriyeyê pêk were.
Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê têkildarî ketina rejîma Esad daxuyanî da û diyar kir ku divê bi rêveberiyeke derbasbûnê ya ji hemû beşên civakê demokratîkbûna Sûriyeyê pêk were.
Piştî ketina rejîma Esad a li Sûriyeyê, bi navê Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê hevberdevk Ebrû Gunay û Berdan Ozturk daxuyaniyek weşand. di daxuyaniyê de hate gotin, "Divê dawî li şerê navxweyî yê li Sûriyeyê bê bidawîkirin" û işaret bi şerê navxweyî hate kirin ku ji sala 2011'an û vir ve dewam dike.
'REJÎMA ESAD HILWEŞIYA YE'
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku rejîma Esad a li Sûriyeyê cihêbûneke etnîkî, mezhebî û olî û êşên mezn li pey xwe hişt, hilweşiya û hate gotin, "Em hêvî dikin ku ji dîroka Sûriyeyê ders bê wergirtin, bi dînamîkên xwe ji nû ve rabe ser piyan, ji bo avakirina Sûriyeyeke azadîparêz a dilsozê hemû nirxên demokratîk, bi beşdariya hemû pêkhateyên Sûriyeyê destûreke bingehîn a nû ya bi lihevkirinê bê avakirin û herêm bigihêje aramî û aştiyê."
Di daxuyaniyê de ji bo vegera Sûriyeyiyên koçberbûyî li cih û warê xwe, ji bo mayindekirina agirbestê civaka navneteweyî tevkariyeke mayinde bike, Neteweyên Yekbûyî bi lez bi berpirsyarî rabe û hate gotin, "Bi rêveberiyeke derbasbûnê ya ji nûnerên rewa yên Kurdan, Erebên Sûnî, Elewiyên Ereb, Xiristiyan, civaka Durzî û hemû hindikahiyan, pêşî li asayîbûna li Sûriyeyê bê vekirin. Di vê pêvajoya hesas de divê hemû alî hişyar bin ku destwerdana hêzên derve wê darbeyê li paşeroja demokratîk a Sûriyeyê bixe."