DEM Partî: Divê demildest der barê Îmraliyê de daxuyanî bê dayîn

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku li Îmraliyê sûcê mirovahiyê tê kirin û bang li Wezareta Edaletê û Wezareta Tenduristiyê kir ku têkildarî Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin daxuyaniyên pêwîst bidin.

DEM PARTÎ

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan li navenda giştî ya partiyê têkildarî civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) daxuyanî da. 

Ayşgegul Dogan da zanîn ku yek ji rojeva herî girîng a civînê şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn bûn û wiha got: “Heke gotin di cih de be ji Xezeyê heta Amedê her dever veguheriye qada şer û pevçûnan. Tirkiye jî ji ber vê rewşê bedelekî giran ê aborî, siyasî û canî dide.” 

JI BO ÎMRALIYÊ BANG KIR 

Dogan, da zanîn ku di civînê de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hatiye nîqaşkirin û bang li Wezareta Edaletê kir. Dogan, wiha got: “Em bang li Wezareta Edaletê dikin ku derheqê birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin daxuyaniyê bidin. Dev ji vê binpêkirina mafê mirovan û sûcê mirovahiyê berdin. Tecrîd, sûcekî giran ê li dijî mirovahiyê ye. Mafê tenduristyê yê girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê tên binpêkirin. Lewma ne tenê Wezareta Edaletê, em bang li Wezareta Tenduristiyê jî dikin. Divê dev ji binpêkirinên mafên mirovan ên li Girtîgeha Girava Îmraliyê berdin. Rewşa tenduristiyê ya kesên li wir tên ragirtin rê li ber fikaran vedike. Divê derheqê vê mijarê de daxuyanî were dayîn.” 

Têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê jî Dogan ev tişt anî ziman: “Gelê Kurd li Sûriye, Tirkiye, Iraq û Îranê li dijî êrişan têkoşîna hebûnê dimeşîne. Ev yek di demên berê de bi êşeke giran hate tecrûbekirin. Divê tu kes neke ku gelên me dîsa van tecrûbeyên nebaş bijîn. Divê tifaqeke di navbera Enqere, Bexda, Şam û Hewlêrê de nebe tifaqa şer û pevçûnan. Berevajî vê, divê bibe tifaqa parastina destkeftiyên gelan. Divê tu hêz Kurdên li vê erdnîgariyê dijîn neyînin beramberî hev. Divê tu hêz hesaba vê nekin. Weke ku di dîrokê de jî hatiye dîtin ev hewldan vala derketine lê mixabin bedelên wê yên giran çêbûne. Em bang dikin ku ev hêz dev ji van hesaban berdin. Divê her hesab ji bo aştiyê û pêkvejiyanê be. Divê tu hêzên kurd nebin parçeyeke van hesaban.”

BERTEK NÎŞANÎ HAKAN FÎDAN DA

Bi domdarî Dogan bal kişand ser gotinên Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan ên têkildarî Sûriyeyê ku digot; “Hewcehî bi demê heye.” Dogan, got ku bi ser re 10 sal derbas bûne û komkujiyên di van salan de hatine kirin bi bîr xist. Dogan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çi karê Tirkiyeyê li Sûriyeyê heye? Wezîrê Karên Derve qala asayîbûnê dike lê tenê digotinê de dimîne. Serokkomar Erdogan qala asayîbûnê kir lê ev çend meh bi ser re derbas bûn lê tiştek neguheriye. Binêrin em hêj qala tecrîdê dikin. Ji hêla aboriyê ve em qala birçîtî û hejariyê dikin. Ev çi asayîbûne wiha? Heke daxwazeke we ya asayîbûnê ya bi Sûriyeyê re hebe divê hûn bi eşkereyî bi raya giştî re parve bikin.” 

‘KURD JI BO TIRKIYEYÊ GEF NÎNIN’

Dogan, axaftina xwe wiha domand: “Dê Tirkiye di mijara penaberan de çi bike? Tevî vegerên bi dilxwazî gelo çi plansaziya wê heye? Gelên Sûriyeyê dixwazin li Sûriyeyek yekpar û demokratîk bijîn. Gelo hûn ji bo îradeya wan rêz digirin? Hem dê pozîsyona xwe ya berê ya li wir biparêzin hem jî dê bixwazin bi Sûriyeyê re têkiliyan deynin! Tiştekî wiha ne pêkan e. Wê demê bi rastî jî çi karê Tirkiyeyê li wir heye? 

Hakan Fîdan qala ‘ruhê demê’ dike. Dibêje ‘ruhê demê aştî û îstîqrarê ferz dike.’ Em jî dibêjin erê rast e ev demekî pir dirêje aştî û îstîqrarê ferz dike. Lê aştî û îstîqrar bi feraseta we nabin. Bi polîtîkayên ewlekariyê, bi dubarekirina heman rêbazan nabin. Wê demê divê çi were kirin? Divê îspat bikin ku polîtîkaya li dijî Sûriyeyê guherandine û ji bo parastina destkeftiyên gelan tevdigerin. Beriya niha bi PYD’ê re ev têkilî hatin danîn. Ev polîtîkaye didin qezenckirin. Divê kurdên li wir weke hêzên xurtkirina têkoşîna demokrasiyê bên dîtin. Kurd ne hêmayekî gefê ne. Berevajî vê temînata jiyaneke wekhev û adilane ne.”

Piştre jî Dogan bernameya kampanyaya Nan û Edaletê parve kir. Dogan, ev tişt anî ziman: “Em ê starta wê di 19’ê Tîrmehê saet di 17’an de li Qoser a Mêrdînê bidin. Hevserokê me yê giştî Tuncer Bakirhan, rêveberên rêxistinên bajar û navçeyan dê tev li bibin. Piştî mitînga çandiniyê ya li Qoserê em ê di 25’ê Tîrmehê de li Agiriyê bi esnafan re bên gel hev. Her wiha dê li Deriyê Sînor ê Gurbulakê daxuyanî were dayîn û hevdîtin were kirin. 

Em ê di 28’ê Tîrmehê de li Êlihê hevdîtina kedê li dar bixin û di 29’ê Tîrmehê de li qada rezervê ya Hatayê bên gel hev. Bêguman em ê li gel mexdûrên erdhejê bên gel hev. Di 7’ê Tebaxê de em ê li Îdirê hevdîtina çandiniyê li dar bixin û di heman demê de bi jinên karker re hevdîtinê bikin. Di 11’ê Tebaxê de em ê li Gebze ya Kocaeliyê bi karkerên tersaneyê re bên gel hev. Di 17-18’ê Tebaxê de em ê li Antalyayê bi karkerên turûzmê re bên gel hev. Di 19’ê Tebaxê de em ê li Îzmîrê bi teqawidan re bên gel hev, di 20’ê Tebaxê de li Îzmîrê hevdîtina ekolojiyê li dar bixin û di 21’ê Tebaxê de jî li Manîsayê bi karkeran re bên gel hev. Her wiha dê têkildarî hevdîtina jinan daxuyaniyeke din were dayîn. Berdevka Meclisa Jinan Halîde Turkoglû dê hevdîtina me ragihîne. Di tevahiya mehên Tîrmeh û Tebaxê de em ê li gelek bajar û navçeyan re bi kedkaran re bên gel hev.”