DEM Partî: Dewlet li dijî çûk û darê Kurdan jî dijmintiyê dike

Rayedarên DEM Partiyê bal kişandin ser şewatên li Kurdistanê û diyar kirin ku dewleta Tirk dijminê xweza û daristanên Kurdan jî ye.

Komîsyona Ekolojiyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî birîna daran a li Şirnexê û bajarên din li Meclîsê civîna çapemeniyê lidar xist. Berdevkê Komîsyona Ekolojiyê ya DEM Partiyê Îbrahîm Akin û parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan daxuyanî dan. 

Akin, anî ziman ku tenê ne li Şirnexê li çar aliyê Tirkiyeyê komkujiyek û talaneke mezin berdewam dike û wiha got: “Bi taybetî di serdema AKP’ê de ev rewş gelek zêdetir diqewimin.”   

Akin, bal kişand ku Serokkomarê AKP’î Recep Tayîn Erdogan îsal polîtîkayên ku bêdaristaniyê di nava xwe de dihewîne îmze kirine û diyar kir ku yek ji gavên hatine avêtin derxistina qada 6 milyon hektarî ya ji qada daristanan e. Akin, da zanîn ku gava din jî ew e ku tê payîn qadeke 2 milyon û 834 hezar hektar dê ji qada daristanê bê derxistin û wiha got: “Heke îro li welatê me hêj bêtir bêavî û ziwabûn hebe ev yek ji ber polîtîkayên desthilatê ye.”

Akin, bi lêv kir ku ji bilî talan û şewatên daristanan ên li Tirkiyeyê li Kurdistanê jî cihekariyeke cidî û talan pêk tê û bi bîr xist ku di şewata herî dawî li herêmê pêk hat de 15 kesan jiyana xwe ji dest da. Akin, bi lêv kir ku di şewatên daristanan de mudaxile dereng hate kirin û anî ziman ku girêdayî polîtîkayên valakirina gundan ên ji sala 90’an ve li Şirnexê tê kirin û bêdarhiştina herêmê şewat derdikevin û ev yek jî gefê li ekosîstema herêmê û Tirkiyeyê dixwe. Akin, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev mesele ne şewata daristaneke hesan a li Şirnexê ye, ne talana daristanê ye, têkildarî hemû welatê me ye. Divê ev cihekarî û polîtîkayên şer û talanê bên rawestandin.”

Aslan a piştî Akin axivî jî, bal kişand ser xebatên DEM Partiyê yên li ser şewatên daristanan. Aslan, bal kişand ser polîtîkayên înkar û bişaftinê yên li ser kurdan û wiha got: “Ev polîtîka ne tenê li ser ziman, nasname û çanda mirovan e. Heta li ser zindî, ax, hewa, av û darên vê erdnîgariyê asîmîlasyonek û qirkirineke ekolojiyê ya cidî pêk hat. Yek ji van polîtîkayên ku li Kurdistanê bi awayekî herî cidî tên pêkanîn jî Şirnex e.”

Aslan, diyar kirin ku îlanên “Herêma ewlehiya taybet” zêde bûn û da zanîn ku vê yekê talana daristan û xwezayê hesantir dike. Aslan a wêneyên darên li herêmê tên birîn nîşan dan, da zanîn ku temamê darên tên birîn li herêmên ewlehiya taybet in û di bin çavdêriya leşkeran de tên birîn. Aslan, bi lêv kir ku leşker li Kurdistanê birîna daran li gundiyan ferz dikin, zextê li wan dikin û bal kişand ku ev yek li gorî destûra bingehîn sûc e. Aslan wiha domand: “Ji kesên ku vî sûcî li Şirnexê dikin re ceza tê birîn? Na. Berovajiyê wê leşker kesên vî sûcî dikin teşwîq dikin. Pereyî didin van kesan û zextê li kesên naxwazin vê yekê bikin dikin.”

Aslan, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Sedemê veşartina vî sûcî, vê talanê çiye? Heke li Tirkiyeyê hiqûqek hebe -ku em dizanin hiqûqa heyî ne wekhev û adil e- hiqûqa dualî ya li Şirnexê tê pêkanîn kîjan hiqûq e? Hiqûqa li Tirkiyeyê tê pêkanîn e an jî hiqûqa ku em weke hiqûqa mêtîngeriyê bi nav dikine? Li Şirnexê kî ji şewatên daristanê û birîna daran çawa berpirsyar e? Gelek giliyên sûc hatin kirin. Heke bicihneanîna van ji ber hiqûqa mêtîngeriyê nebe, çima pêwîstiya wê nayê bicihanîn? Têkildarî kesên van kirariyan dikin lêpirsînek nehatiye destpêkirin û cezayek nehatiye dayîn. Em weke DEM Partî li dijî van polîtîkayan li dijî qirkirina ekolojiyê têdikoşin. Em bang li herkesê dikin ku li dijî vî sûcê tê kirin dengê xwe derxînin. Îro di heman demê de qanûna têkildarî mafên sewalan jî tê were nîqaşkirin. Weke ku mirov bi rojane dibêjin, em ê ji sewalan, mirovan û ser erdê re bibêjin azadî û em ê ji qirkirina ekolojiyê re bêjin na.”