DEDEF û ADEF: Me ti tiş jibîr nekir, nebexşand!

Şehîdên Terteleya Dersimê ya 1937-1938 pêk hatî, li navçeya Kadikoy a Stenbolê hatin bibîranîn û bang hat kirin ku 4’ê Gulanê weke roja Terteleya 38’an bê pejirandin.

Bi pêşengiya Federasyona Komalayên Dersimê (DEDEF) û Federasyona Yekîtiya Komalayên Elewiyên Demokratîk ên Ewropayê ( ADEF) li navçeya Kadikoy a Stenbolê şehîdên Terteleya Dersim a sala 1938’an pêk hatî, hatin bibîranîn. Bîranîna ku bi parlamenterên HDP’ê Dilşat Canbaz Kaya, Alî Kenanoglu jî tevlî bûyî, bi mûman 1937-38 hat nivîsîn. Her wiha pankartên li ser “Dersim 1938”, “Me ti tişt jibîr nekiriye, ti tişt nebexşandiye” hatin vekirin. Li ser navê DEDEF û ADEF’ê Dogan Guzel daxuyaniya hevpar xwend.

BILA ZILMA LI DAYIKAN TÊ BI DAWÎ BIBE

Guzel, bertek nîşanî zilm û tundiya li ser dayikên ku ji bo xwedîderketina zarokên xwe yên li dijî tecrîdê ketî greva birçîbûnê jî da û diyar kir ku beriya salan dayikên li Dersimê hatî giryandin, niha li Gebze, Bakirkoy û Amedê dayikên ji bo zarokên xwe yên li dijî tecrîdê ketî greva birçîbûnê daletî qadan, tên giryandin û bi erdê re tên rakişandin. Guzel diyar kir ku divê demildest dawî li vê zilmê bê anîn û daxwazên berxwedêran bên pêkanîn.

DAXWAZ

Guzel herî dawî diyar kir û xwest 4’ê Gulanê  weke Roja Terteleya Dersimê ya 38’an  bê naskirin û wiha daxwazên xwe wiha rêz kirin:

-Bila arşîv bên vekirin û hesab bê dayîn.

-Bila navê Dersim paşde bê dayîn.

-Bila ji gelê Dersimê lêborîn bê xwestin.

-Bila lîsteya Surgun, winda û zarokên weke ewladî hatî dayîn bê eşkerekirin.

-Bila cihê gora Seyîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin.

-Bila li Dersimê li cihê komkujî lê pêk hatî bîrdarî bên danîn.

-Bila ziman û baweriya me ya Qizilbaş azad be.

-Bila baraj, HES, Madengerî û her cure projeyên talankirina xwezayê yên li Mûnzûrê bên betalkirin!