Xwendekarên bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê hatine binçavkirin, anîn Midûriyeta Polîsan ya Enqereyê, xwendekar û endamên hîndekariyê yên li ODTU’yê jî dê bi meşekê operasyonan protesto bikin.
Operasyona ku bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê hate destpêkirin û 12 xwendekar hatin binçavkirin, anî Midûriyeta Polîsan ya Enqereyê. Hate ragihandin ku, destûr nedan xwendekar hevdîtinê biparêzerên xwe re çêbikin, her wiha di çarçoveya operasyonê de lêgerîna hinek xwendekaran hêjan didome.
Li aliyekî din jî dê xwendekar û endamên hîndekariyê dê li ODTU’yê ji bo protesto kirina operasyonê meşekê li darbixînin. Platforma Şaxên KESK’ê yên Enqereyê û Hêzên Demokratî û Kedê yên Enqereyê jî dê di demjimêr 18.00’an de heya ber deriyê Serokwezîrtiyê bimeşin û çelenka reş danin ber Serokwezîrtiyê.