Dê leşker û cerdevan di bin çavdêriya ÎHD’ê de bin
Dê leşker û cerdevan di bin çavdêriya ÎHD’ê de bin
Dê leşker û cerdevan di bin çavdêriya ÎHD’ê de bin
ÎHD’ê ragihand ku pêvajoya xwevekişandinê ya KCK 8’ê Gulanê dide destpêkirin, dê ji aliyê Komîsyona Çavdêriyê bişopîne. Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan bang li hikumetê kir ku pêwîste li pêşiya xebatên wan nebe asteng. Serokê Şaxa Amedê Raci Bîlîcî jî da diyarkirin ku, ew dê leşker-cerdevanên ku ‘xwediyê potansiyela çêkirina pirsgirêkan’ dê bişopînin. Bîlîcî anî ziman ku, “Pêwîste dewlet cerdevana, tevgera tîmên taybet, yekîneyên demkî yên leşkeran ji herêmê vekişîne.”
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) xwe ji bo pêvajoya çareseriyê ya ku HPG dê 8’ê Gulanê dest bi vekişînê bike amade dike. Ji bo vê ÎHD’ya ku Komîsyona Çavdêriyê avakir, di nav de Serokê Giştî û endamên MYK’ê jî heyî, nûnerên herêm û şaxan herî kêm ji 25 kesan pêktê.
TURKDOGAN: PÊWÎSTE HIKUMET NEBE ASTENG
Têkildarî mijarê Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan ji ANF’ê re axivî û got: “Ji xwe em rêxistinekin ku di van mijaran de çavdêriyê dikin. Bi serokê şaxan û lijneya rêveber re karê me şopandin û çavdêr kirine. Em dê sahayê, faliyetên leşkeran û pevçûnên leşkeran yên çêbibin diyar bikin. Têkildarî vê ragihandina me ya em dê xebat bikin, em dê çavdêriyê bikin pêhesandinekê çêdike. Ev pêvajo pir nêz û ji aliyê rêxistinên sivîl ve tê şopandin; ev jî bê zanîn pir girînge.”
Turkdogan destnîşan dike ku, armanca ji nêz ve şopandinê “pêşî lêgirtina provokasyona ne” û bang li hikumeta AKP’ê kir. “Em li bendê ne ku hikumet piştgiriyê bide faliyetên me. Pêwîste astengiyan nederxîne. Di encam de dê hêzên çekdar ji Tirkiyeyê derbikevin; pêwîste ev bê hêsanî kirin. di heman demê de ez yek ji kesên ku di Heyeta Aqilmendan de cih digirim, bi rayedarên hikumetê re min hevdîtinên ciyewazkirin. Di derbarê vê mijarê de di nava heftiyek yan du hefteyan de dibe ku hevdîtinek me li gel wan çêbibe.”
BÎLÎCÎ: EM DÊ KESÊN POTANSIYELA WAN YA PIRSGIRÊK DERXISTINÊ HEYÎ ASTENG BIKIN
Di derbarê amadekariyan de Serokê Şaxa Amedê ya ÎHD’ê Racî Bîlîcî agahî dan ANF’ê û got, ‘ew ji bo avakirina komîsyona dereng mane’. Bîlîcî ev tişt anîn ziman: “Ji bo tengaviyên berê jiyanbûyî rû nedin, em amadene. Di nava du rojan de ango beriya 8’ê Gulanê dê endamên komîsyonê kom bibin. Em dê biçend koman li kuderê bin; em dê rêbazên çawa bikar bînin; em dê vana aşkera bikin û peywirdar bikin. Li cihên krîtîk mayîn dê bingeh bê girtin û li gorî wê dê belavkirina peywirê çêbibe. Li cihên ku dibe pevçûn lêderbikevin û organîzasyonên ku potansiyela wan ya rê li ber bûyerên wisan vebike dê ji nêz ve bişopînîn. Mînak cerdevan, yekîneyên demkî yên leşkeran ku ji ber şer ji rojavayê Tirkiyeyê hatîn, wekî tevgera tîmên taybet... Em dê organîzasyonên ku dê rê li ber binpêkirina mafan vekin ji nêz ve bişopînîn û em dê hewil bidin rê li ber rîska pevçûnê bigirin.”
Bîlîcî ragihand ku, erk dikeve ser milê dewletê jî, dema ku PKK xwe ji sînor vedikêşe pêwîste ‘cerdevan xwe vekêşin, tevgera tîmên taybet bizivirin baregehên xwe û yekîneyên demkî yên leşkeran jî bêne rakirin’.
‘KOMÎSYONEK DIN JÎ DÊ BÊ AVAKIRIN’
Bîlîcî da diyarkirin ku, dema ku ew bûyeran dişopînin dê di heman demê de agahiyan ji rêxistinên navnetewî û rayagiştî re bişînin û aşkera kir ku, di rojên pêş me de têkildarî heman mijarê dê komîsyonekî din ya ji rêxistinên civaka sivîl pêktê dê ava bikin: “Xweser ji bo herêmê ji saziyên cûda xebat heye ku komîsyonek din bê avakirin. Dê xebatên komîsyonê yên rêxistinên civaka sivîl ya berfireh, KESK û dezgehên wekû baro jî hebin, dê bi hev re bixebitin. Xebatê vê jî didome û em dê di demek kin de vê jî ragihînin.”