DBP’ê cangoriyên Çemê Sefoyê bi bîr anî
DBP’ê kesên ku di komkujiya Çemê Sefo de hatine qetilkirin bi bîr anî û diyar kir ku hişmendiya komkujer îro jî li ser desthilatdariyê ye û Roboskî weke mînaka wê nîşan da.
DBP’ê kesên ku di komkujiya Çemê Sefo de hatine qetilkirin bi bîr anî û diyar kir ku hişmendiya komkujer îro jî li ser desthilatdariyê ye û Roboskî weke mînaka wê nîşan da.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) derbarê qetilkirina 33 Kurdan ku 77 sal beriya niha li Çemê Sefo ya navçeya Qelqelî ya Wanê pêk hatibû daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyaniyê de bal hate kêşandin ku dixwazin bi komkujiyan çavê gelê Kurd bitirsînin û wiha dom kir: “Di Tîrmeha sala 1943’an li navçeyên Qelqelî û Seraya Wanê bi hinceta binpêkirina sînor 33 gundiyên Kurd tên destgîrkirin û bi fermana Orgeneralê Artêşa 3’emîn yê demê Mustefa Muglalî wan dibin Çemê Sefo û bi awayekî ku destê wana ji pişt ve girêdane tên înfazkirin. Ji wan 33 gundiyên Kurd 32 kes înfaz dibin û yek ji wan ji ber ku di bin cenazeyan de dimîne rizgar dibe û ew komkujiyê eşkere kir.”
“WÊ BERXWEDANÎ BIDE QEZENCKIRIN”
Di daxuyaniyê de her wiha hat tekezkirin ku “Dîroka Tirkiyeyê, dîroka qetlîaman e” û hate gotin ku hem komkujî hem jî berxwedana gelê Kurd didome û hat diyarkirin “Duh bi qetlîama Çemê Seyfo, îro jî bi ya Roboskî, bi awayek eşkere peyaman didin Kurdan.”
Di dawiya daxuyaniya DBP’ê de peyama “Bi berxwedaniyê em ê qezenç bikin” da.