DBP’ê 4 endamên meclisê ji partiyê derxistin

DBP’ê, li Şaredariya Rezanê bi biryara desteya disiplînê 4 endamên meclîsê ji partiyê derxistin.

Alîkara Serokê Şaredariya Rezan a Nevanda Amedê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Perîhan Aktaş, Berpirsa Têkiliyên bi Gel re Nezîre Baran, Alîkara serok Pervîn Aylîn û Ayfer Ozsoy bi biryara desteya disiplînê ji partiya xwe hatin derxistin. Di daxuyaniya ji aliyê Serokatiya DBP’ê ya Bajarê Amedê ve hate kirin de, ev tişt hate gotin: “Têkildarî alîkara Serokê Şaredariya Rezan a Nevanda Amedê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Perîhan Aktaş, Berpirsa Têkiliyên bi Gel re Nezîre Baran, Alîkara serok Pervîn Aylîn û Ayfer Ozsoy Desteya Rêveberiyê ya bajêr kom bûne, di derbarê endamên meclîsê yên navên wan hatine diyarkirin, biryar hate girtin ku sewqî Destaya Disiplînê ya Bajêr bê kirin. Di civîna Desteya Disiplînê ya 05/09/2017’an hate lidarxistin de, di derbarê kesên endamên meclîsê de lêkolîn hate kirin, rû bi rû li gel wan hatiye axaftin û her wiha lêkolîn li ser parastinê wan ên nivîskî hatiye kirin. Di encama lêkolîn û dengdana veşartî de; bi piraniya dengan Aktaş, Baran, Ozsoy û Aylîn ji ber sûcê disiplînê ji partiyê hatin derxistin. “

Li aliyê din Seroka Şaredariya DBP’ê ya Rezanê Bîrsan Kaya Akat beriya niha bi biryara desteya disiplînê ji partiyê hate derxistin.