Dayîkên Şemiyê: Niha dema aştiyek mayînde ye
Dayîkên Şemiyê: Niha dema aştiyek mayînde ye
Dayîkên Şemiyê: Niha dema aştiyek mayînde ye
Dayîkên Şemiyê di hefteya 430'an de dîsa li Gada Galatasarayê kom bûn, êrîş û operasyonên polîsan ên piştî berxwedana Parka Geziyê pêk hat şermezar kirin. Dayîkan xwest ev pêvajoya bibe aştiyek mayînde û ji bo pêvajo li ser bingehê siyaseta demokratîk pêş bikeve hikûmet vîna siyayasî aşkere bike.
Dayîkên Şemiyê ji bo aqûbeta windayan bipirsin di hefteya 430'an de dîsa li Qada Galatasarayê kom bûn û bi pankarta "Fail diyar in, winda li ku ne" û wêneyên hatin revandin û di binçavan de hatin windakirin pirsîn. Dayikên Şemiyê ku bi salan e aqûbeta windayan dipirsin vê hefteyê çîroka Suleyman Abak, Abdurrahman Abî û Şeref Çakmak ên di 5'ê kanûna 1994'an de li navçeya Qoserê hatin revandin pirsîn. Di çalakiyê de ewil birayê Nurettin Yedîgulê winda Muzaffer Yedigol axivî û diyar kir ku, Serokwezîr Erdogan li hemberî berxwedana Parka Geziyê helwestek dîktator nîşan da. Yedîgol, anî ziman ku êrîşên li Parka Gezî û Taksîmê darbe bû û wiha got: "Her çend navê wê îxtîdara sivîl be jî pêkanênê wê darbe bûn.”
Birayê Hasan Ocak ê hat windakirin Alî Ocak jî diyar kir ku, pêkanînên polîsan terora dewletê ye û wiha got: "Di bûyerên Parka Geziyê de polîsan terora dewletê pêk anî û gelek welatî birîndar bûn. Serokwezîr dibêje lîstikek mezin heye. Raste aktorê vê lîstikê Serokwezîr Erdogan bi xwe ye." Xizmê windayan Faruk Eren jî ji malbata Koordinatorê Nûçeyan ê ÎMC TV Suat Yegen ku çalakiyên Dayîkên Şemiyê dida pêş re sersaxî xwest.
Piştre li ser navê Dayîkên Şemiyê Ayşe Konal daxuyanî da û çîroka Suleyman Abak, Abdurrahman Abî û Şeref Çakmak ên 5'ê Kanûna 1994'an de li navçeya Qoserê hatin binçavkirin û windakirin vegot. Konal xwest kujerên Abak, Abi û Çakmak' bên darizandin û wiha got: "3 winda ji aliyê Fermandarê Cendirmeyan a Navçeya Qoserê Atîlla Ugur ve hatin revandin. Destpêkê gotin birine Wêranşarê. Piştre kurê Suleyman Abak Mahmut Abak jîhat binçavkirin. Herî dawî cenazeyê Abak di bîra avêde hat dîtin. Axa kurdan bi hestiyan hat tijekirin. Li gori daneyên ÎHD'ê tenê li Mêrdîn di sala 1990'an de 52 kes di bin çavan de hatin windakirin. Divê dewlet daxwazên welatiyan li ber çavan bire û ji bo siyaseta demokratîk û aştyek mayinde divê hikûmet vîna xwe ya siyasî aşkere bike.
Hefteya pêş çalakvan dê di hefteya 431'an de dîsa çalakiya xwe berdewam bikin.