Dayikên Şemiyê bang li AKP’ê kir ku dawî li şer bîne
Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de hesab ji qatilên Kadîr Kerîmoglû pirsîn. Di çalakiyê de, êrîşên qirkirinê yên AKP’ê yên li ser Kurdistanê hatin protestokirin.
Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de hesab ji qatilên Kadîr Kerîmoglû pirsîn. Di çalakiyê de, êrîşên qirkirinê yên AKP’ê yên li ser Kurdistanê hatin protestokirin.
Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatin qetilkirin an jî hatin windakirin bipirsin û lêgerîna edaletê di hefteya 576'emîn li Qada Galatasarayê hatin cem hev û çalakiya xwe li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta "Kiryar diyar in, winda li kû ne" hate vekirin û wêneyên Kadîr Kerîmoglû yê ku di 14'ê Nîsana 1995'an de li Geverê ji aliyê JÎTEM'ê ve hate binçavkirin û piştre jî agahî nehat wergirtin danîn ser pankartê. Dayikan û parazvanên mafên mirovan vê hefteyê jî wêneyên xizmên xwe rakirin. Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglu û Alîkarê Serokê Giştî yê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu jî piştgirî dan çalakiya vê hefteyê.
Di çalakiyê de ewil kurê Kadîr Kerîmoglû, Bahattîn Kerîmoglû axivî û wiha got: "Me edalet xwest, ji bilî vê tiştekî din me newest, me tol nexwest." Kerîmoglû anî ziman ku kesên bavî wî qetilkirine nav bi nav dizanin, daxwaza wan ew e ku cihê gora bavê wî bê diyarkirin.
'ÊDÎ BES E'
Piştre daxuyaniya hefteyê ji aliyê Aylîn Hacaloglu ku yek ji Mirovên Şemiyê ye ve hate xwendin. Hacaloglu bi gotina "Em vê hefteyê jî di nava rewşa awarte ya ku ji aliyê yên dewletê bi rêve dibin ve dikevin" dest bi axaftina xwe kir û wiha berdewam kir: "Gotinên dewleta kur a berê niha em ji kesên li jora dewletê dene dibihîzin. Êdî bes e. Ev tehdîdên li dijî beşên civakê yên daxwaza mafên xwe dikin divê bê rawestandin. Di serî de jî Serokomar yên ku dewletê bi rêve dibin divê veguhere nava sînorê hiqûqê."
Hacaloglu bilêv kir ew çareseriyê dixwazin û wiha got: "Bi serî jêrikirinê, îmhakirina bajaran, mehkumkirina mirinê zarokên vî welatî pirsgirêka kurd nayê çareserkirin. Bila pirsgirêka Kurd bi riyên demokratîk. Bila muzakere dest pê bike. Çek bêdeng bibin."
'DESTPÊKÊ GEF LÊ XWARIN'
Hacaloglu piştre jî bal kişand li ser pêvajoya windakirina Kadîr Kerîmoglû ya li Geverê û diyar kir ku Kerîmoglû yê 75 salî karsaz bû û di 10'ê tîrmeha 1994'an de ji aliyê JÎTEM'ê ve bi gotina "Navê we di lîsteya mirinê de heye, heke hûn dixwazin aqûbeta we jî wekî ya Savaş Buldan nebe..." gef lê hatiye xwarin û wiha axivî: "Ji malbata wî xerec hate xwestin. 4 kesên ku ji bo xeracê bigirin çûn hatin girtin. Yek ji wan jî Alaattîn Kanatê endamê JÎTEM'ê bû. Piştî vî bûyerê malbata Kerîmoglû bû hedefa JÎTEM'ê û gef zêde bûn."
JI 14'Ê NÎSANA 1995'AN HETA NIHA AGAHÎ NAYÊ GIRTIN
Hacaloglu destnîşan kir ku Kerîmoglû di 14'ê Nîsana 1995'an de li navenda Wanê bi torosekî spî ve hatiye revandin di nava kesên ku ew revandine de kesê bi navê Şeyhmus Durak ê ku têkîliya wî bi JÎTEM'ê re heye jî hebû û ev tişt anî ziman: "Piştî ku malbatê lêkolîn kir hîn bûn ku bavê wan teslîmî Mahmut Yildirim ê qod navê wî Yeşîl e hatiye kirin destpêkê birine navenda JÎTEM'ê ya Wanê piştre jî birine Fermandariya Alaya Jendermeyan a Wanê."
Hacaloglu bilêv kir ku ligel ku kesên ku Kerîmoglû revandine û înfazkirine tê zanîn jî 21 sal in lêpirsîna ku aqûbeta wî derxîne hola ceza bê dayîn nehatiye kirin.
Piştî daxuyaniyê hate xwestin ku kesên ku di qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî de berpirsyariya wan heye bên darizandin.