Dayikên li Gebzeyê hatin astengkirin: Hiqûq ji we re jî divê!

Xizmên girtiyên di greva birçîbûnê de ne nerazîbûn nîşanî qedexekirina çalakiya wan a li ber Girtîgeha Gebzeyê dan û gotin, "Hiqûq wê ji we re jî bivê."

Malbatên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, ji 9'ê Nîsanê ve li ber Girtîgeha Jinan Tîpa M a Gebzeyê çalakiya nobedê dikin. Malbat her roj dibin hedefa astengî û tundiya polîsan.

Malbat roja Duşemê li ber avahiya HDP'ê ya navçeya Gebzeyê li hev civiyan û xwestin biçin ber girtîgehê. Lê belê polîsan rêyên li herêmê asê kirin û gefa "Ferman heye, em ê nehêlin hûn bimeşin, em ê nehêlin hûn rûnên" li malbatan xwarin.

Dayika Nevroz Bozkûrt ku di greva birçîbûnê de ye Sûltan Bozkûrt got, "Ji bo Xwedê, em hewl didin zarokên me bijîn, hûn çima bi vî rengî dikin?" Polîsê Tirk jî jê re got, "Qala Xwedê neke, eger tu yê bêje Xwedê, hingî cihê te diyar e." Bozkûrt jî bersiv da û got, "Hiqûq wê ji we re jî bivê. Demekê gelek dozger û polîsên mîna we hebûn. Hemû niha li girtîgehê ne."

Ji ber astengiya polîsan malbat neçar man vegerin avahiya HDP'ê ya Gebzeyê. Malbatan diyar kirin wê çalakiya xwe sibe bidomînin.