Dayikên Aştiyê bang li her kesî kirin ku li ber şer rabin
Înisiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Stenbolê li dijî şer banga têkoşînê li her kesî kirin.
Înisiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Stenbolê li dijî şer banga têkoşînê li her kesî kirin.
Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Stenbolê, li dijî êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber avahiya Nûnertîya Partiya Wekhev a Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) ya li Kanaryaya Kuçukçekmece ya Stenbolê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de dawizên wekî “Jin jiyan azadî”, “Dayik aştî dixwazin" û “Ne bihuşta bin pê, em li cîhanê bihûştê dixwazin" girtin destê xwe û dirûşmên “Em şer naxwazin, aştî dixwazin”, “Ji şer re na, aştî hema niha" û “Jin jiyan azadî” hat berzkirin. Endama Înisiyatîfa Dayikên Aştiyê Revşan Guler li vir axivî û diyar kir ku li her çar aliyê Rojhilata Navîn şer didome û destnîşan kir ku êrîşên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê Tirkiyeyê ve tê meşandin.
Revşan Guler, anî ziman ku ew li dijî şerê ku li tevahiya cîhanê belav dibe, têdikoşin û wiha got, “Em Dayikên Aştiyê her tim alîgerê demokrasiyê ne. Kesên ku aştiyê dixwazin divê dest bidin destê hev û samîmî nêz bibin. Ne Kurd ne jî Tirk bila negirîn. Em aştî û serketinê dixwazin. Bila her kes rol û mîsyonek bigire û ji şer re bêje na. Ji ber ku şer feydeyê nade kesekî. Divê di siyaset, aborî û diplomasiyê de her tim daxwazên me yên azadî û aştiyê bê ziman."