Çalakiya Dayikên Şemiyê ya "Faîl diyar in, winda li ku ne?" di hefteya 679'an de li qada Galatasarayê berdewam kir. Dayikan aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî yê 70’î sal berê hatibu revandîn û windakirin pirsîn. Dayikan desteserkirina Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî jî şermezar kirin û diyar kirin ku wê deng û gotinên wan bi her awayî xwe bigînin civakê.
Çalakiya Dayikên Şemiyê ya "Faîl diyar in, winda li ku ne?" bi armanca aqûbeta windayan bipirsin û edaletê bixwazin, di hefteya 679'an de li qada Galatasarayê berdewam kirin. Di çalakiyê de Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya, Parlamenterê CHP'ê yê Enqereyê Tekîn Bîngol, Seroka CHP'ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglû û Serokê Basin Îş'ê ya DÎSK'ê Farûk Eren û gelek kesên din tev li çalakiyê bûn. Dayikan di çalakiya vê hefteyê de bal kişand ser desteserkirina Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gunê.
ÇALAKIYA HERÎ BI HURMET YA CÎHANÊ YE
Parlamenterê CHP'ê yê Enqereyê Tekîn Bingol di çalakiyê de diyar kir ku di vê platformê de qet siyaset nayê kirin û wiha got: "Ev çalakiya herî bi hurmet ya cîhanê ye. Piştî çalakiya Arjantînê di cîhanê de çalakiya herî rêzdar e. Yê ku dibêje 'Bihişt di bin piyê dayikan de ye' divê berî her tiştî guhê xwe bide daxwazên van dayikan. Bila destê van dayikan maç bike. Qeyûm tayînî Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gunê kirin. Lê ew çi bikin bila bikin em ê her dem di nava piştevaniyê de bin.
EM Ê DENGÊ XWE BIGÎNIN CIVAKÊ
Serokê Basin Îş'a DİSK'ê Farûk Eren, jî bal kişand ser nivîskar û siyasetmedarê 70 sal berê hat binçavkirin û revandin Sabahattîn Alî û wiha got: "Yek ji rewşenbirên herî navdar ê Tirkiye bû. Van rewşenbirên ku heqîqet bi civakê re parve dikirin bedela wê bi canê xwe dan. Wekî niha zextên li ser çapemeniyê berdewam dikin. Niha qeyûm tayinî rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî kirin. Lê we çi bikin bila bikin em ê bi rengekî deng û awazên xwe bigînin civakê."
ÇÛ Û CAREK DIN NEHAT
Piştre nameya keça Sabahattîn Alî Fîlîz Alî ku ji bo çalakiya Dayikên Şemiyê şandibû hat xwendin. Alî di nameya xwe de wiha got: “Bavê min Sabahattîn Alî di sibehek meha sibatê ya sala 1948'an de piştî çend wêneyê dayika min kişandin ji bo ji Enqere biçe Stenbolê ji mal derket. Lê piştî derket carek din nehat malê. Me mirina bavê xwe ji rojnameyan fêr bûn. Cenazeyê ku hat dîtin piştre bi awayekî balkêş winda bû. Niha em nizanin li ku hatiye definkirin. Sedem û naveroka kuştina bavê min heta niha bi tu awayî ronî nebûye. Gelek desthilatdarî hatin û çûn, lê tu kesî hêj pişt perdeya cînayetê bavê min Sabahattîn Alî ê 70 sal berê ronî nekirine. Mirov tu carî mirovên hatine windakirin û windakirin ji bîr nake. Me jî ev nirxên xwe qet ji bîr nekirine. Yên li hemberi vê yekê bêdeng in jî em dipirsin 'Ma we qet ji ber vê bêdengiyê şerm nekir' dipirsin.
Vê hefteyê Mirova Şemiyê Gonul Sonbahar daxuyanî xwend û wiha got: “Sabahattîn Alî 70 sal berê îro di 31'ê adara 1948'an de hat windakirin. Dema ji Enqereyê çû Stenbolê hat windakirin. Ji wê rojê heta niha malbatê serî li hemû rêyan daye, lê heta niha tu encam bi dest nexistine.”
Çalakî bi rûniştinê bi dawî bû.