Dayikên Şemiyê: Dagirkeriya li Galatasarayê bi dawî bikin

Dayikên Şemiyê, di heftiya 861'an a çalakiya xwe de, xwestin ku “dagirkeriya” li Qada Galatasarayê bi dawî bibe.

Dayikên Şemiyê, bi armanca “winda bên dîtin, faîl bên darizandin” çalakiya xwe ya hefteya 861’an ji ber şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19), bi onlînê li dar xistin. Dayikan, di çalakiya vê hefteyê de, bertek nîşanî girtina Qada Galatasarayê dan ku wan 161 hefte destûr nayê dayîn ku bikevin qadê. 
 
Ji Dayikên Şemiyê Masîde Ocak, diyar kir  ji roja ku ew çûne Qada Galatasarayê û vir ve gelek desthilatdarî guherîn û wiha axivî: “Lê tu carî hişmendiya desthilatdariyê neguherî. Desthilatdariya dawî ya ku navê 'edalet' li xwe kiriye, daxwazên edaletê bi tu awayî pêşwazî nake. Berevajî Qada Galatasarayê li Dayikên Şemiyê ku daxwaza edaletê dikin, qedexe kir û ew anîn ber dirizandinê. Ev desthilatdar dixwaze Dayikên Şemiyê yên pirsa zarokên xwe dikin, bitirsîne û wan bikişîne dadgehan ji ber ku dibêjin 'zarokên me li ku ne.'”
 
Ocak, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Ji bo ku ew neyîn li qada ku dilê Stenbolê ye derdê xwe venebêjin û dengê xwe nedin bihîstin, li gel tê girtin. Em Qada Galatasarayê weke cihê gorên xwe dibînin. Lê polîsan bi çekên giran, tomayan, wesayîtên binçav kirinê û bariyerên pola dagir kirin e.” 
 
Ocak, destnîşan kir, daraz li şûna ku ji vê qedexeyê re bêje "raweste" binpêkirina mafan zêdetir dike û ev bang li desthilatdariyê kir: “Daraz divê her tim alîkariya kesên mafên wan tên binpêkirin bike. Dayikên Şemiyê mafên xwe yên qanûnî bi kar tînin. Dayikên Şemiyê dibêjin, ‘pirsgirêka me pirsgirêka kabînê ye.’ Em bang li xwediyên desthilatdariyê dikin. Mafê kombûna aştiyane bi destûr û peymanên navneteweyî hatiye misogerkirin. Hilbijartina cihê kombûyîna me, parçeyekê vî mafiye. Çekên xwe yên giran û bariyerên xwe ji Qada Galatasarayê paş ve vekişîn in. Ji Qada Galatasarayê ku we dagir kiriye, derkevin. Dest ji desthilatdariya ku qadan dagir dikin berdin û bes wan bikin qereqolên li dijî gel.”