Dayikên Şemiyê: Bila Komkujiya Basanê were ronîkirin
Dayikên Şemiyê xwestin Komkujiya Basan a 11 gundiyan ku ji aliyê JÎTEM’ê ve hatin înfazkirin were ronîkirin û ji bo darizandina kujeran dadmenî pêk were.
Dayikên Şemiyê xwestin Komkujiya Basan a 11 gundiyan ku ji aliyê JÎTEM’ê ve hatin înfazkirin were ronîkirin û ji bo darizandina kujeran dadmenî pêk were.
Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û bi daxwaza kujer werin cezakirin di hefteya 824’emîn de çalakiya heftane bi rêya online li dar xist. Dayikên Şemiyê vê hefteyê bal kişandin ser 11 welatiyên li navçeya Basan a Şirnexê di 15’ê Çileya 1996’an de di dolmîşekê de hatin kuştin û şewitandin.
Emîne Kaya ya bavê wê Ahmet Kaya di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da beşdarî daxuyaniyê bû û diyar kir ku bavê wê ji aliyê dewletê ve hatiye înfazkirin, ew bi salan e li aqûbeta bavê xwe dipirse û ji bo kujer werin darizandin têdikoşe. Kaya got: “Li gel bavê min hat kuştin jî em aştiyê dixwazin. Em naxwazin kes were kuştin. Bi salan e em di bin zilmê de dijîn. Heta ku wê ev zilm berdewam bike? Em dibêjin êdî bes e.”
Piştî Kaya, hevjîna Halît Kaya yê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Menîce Kaya û keça wê Hatîce Kaya axivîn. Hatîce Kaya bi bîr xist ku di komkujiyê de bav û apê wê jî di nav de 11 kes hatin înfazkirin û cenaze ji aliyê leşkeran ve hatine definkirin. Kaya anî ziman ku ew edaletê dixwazin û got: “Heta em sax bin, em ê li aqûbeta windayan bipirsin.”
Menîce Kaya ya 25 sal in li aqûbeta hevjînê xwe dipirse jî wiha got: “Em ê dest ji heq û têkoşîna xwe bernedin. Ez naxwazim kes bi vê zilmê re rûbirû bimîne. Heta ez saxbim ez ê têkoşîna xwe berdewam bikim. Me vê zilmê dît lê bila kesek din nebîne.”
Daxuyaniya vê hefteyê ji mirovên Şemiyê Gulay Bakişkan xwend û bi bîr xist ku komkujiya Basan 25 sal li pey xwe hişt û raporên derbarê komkujiyê de hatine amadekirin ji bo damendî pêk were hatine berhevkirin bêencam mane.