Dayikên Şemiyê aqûbeta Bahçecî pirsîn

Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Îsmaîl Bahçecî yê xwendekarê zanîngehê ku 26 sal in winda pirsîn.

Dayikên Şemiyê di hefteya 822’an de çalakiya “Bila winda bên dîtin faîl bên darizandin" bi rêya vîdeoyê li ser medya dijîtal berdewam kirin. Dayikan ji ber şewba vîrûsê dîsa bi rêya vîdeoyê daxuyanî dan. Dayikan vê hefteyê aqûbeta xwendekarê Zanîngeha Marmarayê û Serokê Federasyona Komeleya Xwendekarên Tirkiyeyê Îsmaîl Bahçecî yê di 24'ê Kanûna 1994’an de hat destgîrkirin û carek din agahî jê nehat girtin pirsîn. Di çalakiyê de birayê Îsmail Bahçecî Umut Bahçecî diyar kir ku Îsmail piştî hat destgîrkirin carek din agahî jê negirtin û bi telefonekê fêr bûn ku birayê wan hatiye binçav kirin.

Bahçecî, da zanîn ku dema bi şopa Îsmaîl ketin û ji rayedaran pirsîn, rayedaran binçavkirina birayê wan înkar kir û ji wê rojê heta niha tu agahiyê jê nagirin. Umut Bahçecî, destnîşan kir ku ew ê heta dawî li pey doza birayê xwe bin û heta dawî lêgerîna xwe berdewam bikin.

Ji Dayikên Şemiyê Esra Ersan jî anî ziman ku 26 salin serî li hemû rê û deriyan dan, lê heta niha tu agahî negirtine. Esra Ersan, anî ziman ku ew ji bo Îsmail Bahçecî edaletê dixwazin û wiha got: "Di 24'ê kanûna 1994'an de kesek bi telefonê li malbata Bahçecî geriyan û diyar kir ku ew hevalê Îsmaîl e. Ew kesê xwe wekî hevalê Îsmaîl nîşan da diyar kir ku kurê wan hatiye destgîrkirin û xwest li wî xwedî derkevin. Piştre bav Şehmus Bahçeci, serî li Midûryeta Polîsan a Gayrettepe û Serdozgriya Komarê ya DGM'a Stenbolê da. "

Ersan, anî ziman ku hevalên Bahçecî serî li Komeleya Mafên Mirovan û Rêxistinên Efûyê yên Navneteweyî dan û wiha got: "Malbatê jê serî li midûriyetapolîsan, dozgerî û rayedarên hikûmetê dan. Lê hemû serlêdan bê encam man. Di derbarê destgîrkirin de lêpirsînek çalak nehat kirin. Ji bo aqûbeta İsmail Bahçecî bê ronîkirin em ê lêgerîna xwe berdewam bikin. Çend sal biborin jî em ê dîsa lêgerîna windayan berdewam bikin."