Dayika girtiyê nexweş Polat: Divê kurê min bê dermankirin

Dayik girtiyê nexweş Ekîm Polat, Songul Îlker diyar kir ku kurê wê di girtîgehê de bi nexweşiya akromegaliya ketiye û got.“Bila cenazeyê kurê min ji girtîgehê dernekeve. Ji bo dermankirinê divê biçe nexweşxaneyê"

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa têkildarî tenduristiya girtiyê nexweş Ekîm Polat û dermankirina wî de li avahiya komeleyê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de pankarta li ser "Bila mafê tenduristiyê yê girtiyê nexweş Ekîm Polat esas bê girtin" nivîsandî hat daliqandin. Dayik Îlkerê ku ji bo daxwazên kurê wê pêk bên li ber Girtîgeha Denîzliyê ya Tîpa T'yê çalakiya rûniştandinê da destpêkirin, di daxuyaniyê de axivî.

Dayik Songul Îlkerê anî ziman ku Ekîm Polat di girtîgehê de bi nexweşiya akromegaliya ku di nava gel de jê re dibêjin "Mirovê Dêw" ketiye û got ku ji ber vê xetere ye ku Polat di girtîgehê de bimîne. Îlker wiha axivî: "Lê belê Saziya Tiba Edlî (ATK)vê nexweşîna kurê min manîpule dike. Ji ber nexwelînê hemû organên wî zirar dîtine. Ji ber nexweşînê nikare lazmatiyên xwe peyde bike. Dermankirina Ekîm tê tê astengkirin.”

Dayik Îlkerê bilêv kir ku Polat tevî nexweşiya xwe jî tim rastî gefên rêveberiya girtîgehê tê û wiha got: "Midûrê girtîgehê gef lê xwarine, gotiye 'dê cenazeyê te ji vir derkeve.' Her wiha ji bo daxwaza kurê min a çûna qawîşê jî gotiye, 'bi şertê zirerekê bidî xwe em ê te bibin qawîşê.'"

Îlkerê destîşan kir ku ji bo dermankirina Polat divê Polat emeliyat bibe û bang li Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê kir û got: "Bila cenazeyê kurê min ji girtîgehê dernekeve. Ji bo dermankirinê divê biçe nexweşxaneyê."