Dayika girtiyê nexweş: Dermankirina kurê min tê astengkirin
Dayika girtiyê nexweş Bulent Mengeş Hacer Tayfur diyar kir ku dermankirina kurê wê hatiye astengkirin û got, "Ez naxwazim kurê min di girtîgehê de bimire."
Dayika girtiyê nexweş Bulent Mengeş Hacer Tayfur diyar kir ku dermankirina kurê wê hatiye astengkirin û got, "Ez naxwazim kurê min di girtîgehê de bimire."
Hacer Tayfur a ku dayika girtiyê nexweş Bulent Mengeş ê li Girtîgeha Tîpa E ya Kirklareliyê ye, li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê têkildarî tenduristiya kurê xwe daxuyanî da. Ji Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê parêzer Davut Aslan beşdarî civînê bû.
Hacer Tayfur a ku dayîka Bulent Mengeş e yê ku di sala 2015'an de ji ber sûcê edlî hat girtin, diyar kir ku kurê wê li girtîgehê rastî zextên derûnî hatiye û nayê dermankirin.
Tayfur, diyar kir ku ji bo dermankirina bi rêkûpêk bê kirin gelek serlêdan kirine û got ku hewldanên wê bê encam mane û wiha dewam kir: "Ez naxwazim kurê min di girtîgehê de bimire. Ez dixwazim kurê min bê berdan û bê dermankirin."
Endamê Komîsyona Girtîgehê Davut Aslan jî diyar kir ku rewşa Mengeş ji ber ku nayê dermankirin her ku diçe girantir dibe.