Dayîka Berfo jiyana xwe ji dest da
Dayîka Berfo jiyana xwe ji dest da
Dayîka Berfo jiyana xwe ji dest da
Dayîka Berfo ya 105 salî û tevlî hemû çalakiyên Dayîkên Şemiyê dibû, piştî derbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê kurê wê Cemîl Kirbayir hate binçavkirin û careke din agahî jê negirtin, cenazeyê kurê xwe nedît û jiyana xwe ji dest da.
Berfo Kirbayir ku weke “Dayîka Berfo” tê naskirin, kurê wê Cemîl Kirbayir piştî derbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’an de hate binçavkirin û careke din agahî jê nehate girtin. Dayîka Berfo li rexmî temenê xwe yê mezin jî tevlî hemû tekoşînên dayîkên windayan meşandiye bibû. Berfo Kirbayir ya 105 salî li gel dayîkên windayan bi Serokwezîrê Tirk Erdogan re hevdîtin pêkaniye û gotibû “Tenê daxwazek min heye, ew jî beriya ez bimirim gora kurê xwe bibînim.”
Dayîka Berfo ji bo kurê xwe Cemîl Kirbayir ku piştî derbeya 12’ê Îlonê ji male derxistin û careke din nevegerî 33 salan tekoşîn daye meşandin, vê sibehê jiyana xwe ji dest da. Malbatê têkildarî koça dawîkirina Dayîka Berfo daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, Berfo Kirbayir ku 33 sale li hestiyên kurê xwe Cemîl Kirbayir digere îro ber berê sibehê jiyana xwe ji dest daye û ev tişt gotin:
“Dayîka me Berfo herî dawî teşhîsa penceşêra mîde danîbûn ser, lê belê pêvajoya emeliyatê bi berxwedana xwe derbaz kiribû, bes van rojên dawiyê her ku diçû rewşa wê xirab dibû. Dayîka Berfo 33 salên xwe yên dawiyê xistibû rêya dîtina hestiyên kurê xwe de. Heta nefesa dawiyê jî navê kurê wê di devê wê de bû. Li rexmî temenê xwe yê 105 salî jî tevlî Dadgeha 12’ê Îlonê ku qatilê kurê wê Kenan Evren dihat darezandin bibû. Bibû nûnerê edaletê. Bi jiyana xwe bibû nûnerê berxwedanê. Em weke malbata Kirbayir li vir careke din dibêjin, heta yên bûne sedem dayîka me bêy ku hestiyên kurê xwe Cemîl bibîne jiyana xwe ji dest da, bêne ceza kirin dê tekoşîna xwe bidin berdewam kirin.
Ji bo sibe cenazeyê me li Goleyê bê defin kirin, dê ji Stenbolê birê bikevin.”