Dayika Şemiyê Yedîgol rehmet kir

Dayika Şemiyê Zeycan Yedîgol di 98 saliya xwe de rehmet kir. Yedîgol 39 sal in ji bo kurê xwe Nûrettîn Yedîgol li edaletê digeriya.

Dayika Şemiyê Zeycan Yedîgol roja Şemiyê di 98 saliya xwe de rehmet kir.

Dayikên Şemiyê daxuyanî dan û gotin “Tu bi aramî razê dayika Zeycan. Edaleta ku tu ji bo Nûrettîn lê digeriya, emanetî me ye. Te ji bîr nekir, em ê jî ji bîr nekin. Te efû nekir, em ê jî efû nekin.”

Nûrettîn Yedîgol di 10’ê Nîsana 1981’an de hate destgîrkirin û ji wê rojê û şûnde tu agahî jê nehate stendin. Zeycan Yedîgol 39 sal in ji bo kurê xwe Nûrettîn li edaletê digeriya.