Dayika Îlker: Kurê min ê girtî bi mirinê tê tehdîdkirin

Dayika girtiyê nexweş Ekîm Polat diyar kir ku dermanên kurê wê nedane û bi kuştinê tehdîd kirine.

Dayika girtiyê nexweşê dil û astimê Ekîm Polat (23) ê li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsar a Manîsayê tê ragirtin, Sûngûl Îlker ji bo balê bikişîne ser rewşa kurê xwe civînek ya çapemeniyê lidar xist.

Dayika Îlker a li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê axivî, diyar kir ku kurê wê salek e di hucreya yek kesî de ye. Dayika Îlker anî ziman ji ber sedemên nayê zanîn cezayê disiplînê li girtiyan tên birîn, diyar kir ku girtî nikarin pêwîstiyên xwe bi cih bînin, her wiha dermanên kurê wê nedayînê û derman jî nakin.

Îlker diyar kir ku 4’ê Hezîranê li gel kurê xwe di hevdîtina girtî de dîtiye ku kurê wê pir westiyayî, çavên wî werimî û nedikarî bimeşe. Dayika Îlker anî ziman ku ji rewşa kurê xwe bi fikar e, diyar kir ku di hevdîtina 27’ê Hezîranê ya li gel kurê xwe, kurê wî ev gotiye; “Dayê li vir tiştên pir metirsîdar diqewimin. Bi mekûmên edlî min tehdîd dikin. Ji mehkûmên edlî li ser min gotine; ‘dijminê dewletê ye, hûn dikarin tişta bixwazin bikin’.”

Herî dawî dayika Songul Îlker ev bang kir ku divê ne tenê ji bo kurê wê ji bo hemû girtiyan bibin deng, divê li dijî neheqiyê derkevin.