Dayik û zarokên wan ên li ber girtîgehê hatin qetilkirin, hatin veşartin
Dayik û zarokên wan ên li ber girtîgehê hatin qetilkirin, hatin veşartin
Dayik û zarokên wan ên li ber girtîgehê hatin qetilkirin, hatin veşartin
Dayik û 4 zarokên wan ên li ber Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ji aliyê kesên nenas ve bi gulereşandinê hatin qetilkirin li Goristana Yenîkoy a Amedê hatin veşartin. Cenazeyên Îpek û zarokên wê piştî otosiya li Saziya Tipa Edlî ya Amedê, îro li Goristana Yenîkoy a navçeya Baglarê hatin veşartin.
Cenazeyên Emîne Îpek (24), zarokên wê Mîrza (4) û Narîn (11) û Ayşe Suer (45) û kurê wê Suleyman Suer (5) li dû kar û barên otopsiyê ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Amedê hatin wergirtin.
Cenazeyên ku bi du ambulansan hatin wergirtin, li gel ewlekariya polîsan birin goristana Yenîkoyê.
Piştî şuştin û nimêja cenaze, cenaze li Goristana Yenîkoyê hatin veşartin.
Di vê navberê de dihat payîn ku Abdulkadîr Suer, Celîl Suer û Mehmet Îpek ên li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê tên ragirtin beşdarî merasîma cenaze bûna, lê ji ber kar û barên destûrê dirêj dewam kir, negihaştin. Cenaze li kêleka hev hatin veşartin.