Dayik bi erdê re kaş kirin û destgîrkirin
Polîsan êrîşî dayikên li ber derê Girtîgeha Bakirkoyê di nobedê de bûn kirin. 4 dayik û 2 parêzer destgîrkirin.
Polîsan êrîşî dayikên li ber derê Girtîgeha Bakirkoyê di nobedê de bûn kirin. 4 dayik û 2 parêzer destgîrkirin.
Polîsan dîsa êrîş bire ser dayikên li ber derê Girtîgeha Bakirkoy a ji bo piştevanîkirina girtiyên siyasî yên li dijî tecrîdê di grevê de ne kirin.
Parlementerên HDP’ê Dîlşat Canbaz Kaya, Tûna Çelîk û Alî Kenanoglû jî di nav de yên li çalakiya nobedê, 4 dayikan bi erdê re kaşkirin û destgîrkirin.
2 parêzerên ji bo dayikan xwe kirin mertal jî hatin derbkirin û destgîrkirin.