Dayê min neşîne dibistanê!
Dayê min neşîne dibistanê!
Dayê min neşîne dibistanê!
Tirkiye bi pirsgirêkên zimanê dayikê dikeve saleke nû ya perwerde û hîndekariyê. Li dijî pergala înkarker û nîjadperest a çend roj mane vebe, Kurd bi daxwaza zimanê dayikê bangên boykotê dikin.
Me perwerdeya bi zimanê dayikê, têkoşîna ji bo zimanê dayikê û biryara boykotê ji şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem (Mexmûr) pirs kir. Şêniyên Mexmûrê yên ji ber komkujî û zexta dewletê warên xwe terk kirin, di wan salên sirgûnê de derfetên perwerdeya bi zimanê dayikê ji xwe re peyda kirin. Ji sala 1995'an ve ku perwerdeya bi zimanê Kurdî dibînin heta niha 3 hezar xwendekaran perwerdeya bingehîn dîtin. Di zanîngehên Başûrê Kurdistanê de nêzî 300 xwendekar perwerdeyê dibînin.
Şêniyên wargehê di 6’ê Tebaxê de ji ber êrîşên rêxistina hovîtiyê DAIŞ wargeh terk kirin, niha li mizgeftan dimînin.
Mamosta Şemsê Kara û Zeynep Kara yên bi salan e xwendekaran perwerde dikin û xwendekar Abdurrahman Îke der barê girîngiya zimanê dayikê, mînakên ji xwe dan û bal kişandin ser vê mijarê.
PÊWÎST E GELÊ ME DIBISTANAN BOYKOT BIKE
Xwendekar Abdurrahman Îke yê heta dibistana Amadeyî li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem xwend got ku tevayî perwerde bi zimanê Kurdî xwendiye û wiha dewam kir, “Mirov bi kîjan zimanê perwerdeyê bibîne hizra wî jî wer şekil digire.”
Îke diyar kir niha li zanîngehê dixwîne û got, "Rêya neteweyeke azad di xwedîderketina li zimanê xwe re derbas dibe. Divê em xwedî li zimanê xwe derkevin. Ziman hatina ser hişê xwe ye. Di vê çarçoveyê de divê gelê me tevlî boykota dibistanan bibe. Pêwîst e zimanê Kurdî bibe zimanê perwedeyê.”
BIRYARA BOYKOTÊ DI CIHÊ XWE DE YE
Mamoste Şemsê Kara jî anî ziman ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem (Mexmûr) di nav şert û mercên penabertiyê de jiyaye û wiha axivî: "Dema me dest bi dibistanê kir, pênûs, lênûs ango tiştekî me tune bû. Di nav şert û mercên zehmet de me perwerde dît…
Paşê min jî mamostatî kir. Bi zimanê xwe yê dayikê perwerde hêz dide mirovan. Kara ji bo Kurdên Bakurê Kurdistan jî got ku divê destpêkê fêrî zimanê xwe bibin û ev rol jî dikeve ser milê dayikan. Kara wiha dewam kir, “Zimanê me rûmet û vîna me ye. Biryara boykotkirina dibistanan di cihê xwe de ye. Divê her kes beşdarî vê biryarê bibe û neçin dibistanên Tirkan. Heta zimanê Kurdî nebe zimanê perwerdeyêdivê ev boykot bidome.”
DOKTOR, PARÊZER CIVAKNASÊN BI ZIMANÊ XWE DIAXIVIN
Mamoste Zeynep Kara jî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser biryara boykota dibistanan a li Bakurê Kurdistanê wiha got, "Wek mamosteyên Mexmûrê ji sala 1995’an ve me dest bi perwerdeya zimanê dayikê kir. Heta niha 3 hezar xwendekaran perwerde dîtine û 300 xwendekar li zanîngehên Başûrê Kurdistan perwerdeyê dibînin…
Parêzer, civaknas û doktorên bi zimanê xwe diaxivin çêbûn.”