Daxwaza malbatan a çûyîna Îmraliyê nehat qebûlkirin

Daxwaza malbatan a çûyîna Îmraliyê nehat qebûlkirin

Daxwaza çûyîna Îmraliyê ya birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên PKK'yî, bi sedema "keştî xerabe ye" nehat qebûlkirin.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û, xuşka Cûmalî Karsû Pervîn Odûncû û xuşkên Şehmûz Poyraz Fatma Ceylan Û Felek Cizlamaz, ku li Girtîgeha Tîpa F ya bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê dîlgirtîne, ji bo çûyîna girava Îmraliyê roja Înê serlêdan pêk anî bûn.

Di encama serlêdanê de îro bersiv ji wan re hat dayîn û bi sedema "keştî xerabe ye" destûr ji wan re nehat dayîn.

Birayê Ocalan Mehmet Ocalan herî dawî di 18'ê Sibatê de çûbû Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbû.