Daxwaza hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd re hate redkirin
Serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku ji bo miwekîlê xwe bibînin li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn hate redkirin.
Serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku ji bo miwekîlê xwe bibînin li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn hate redkirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye, Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç serî li Serdozgeriya Komarê ya bûrsayê dabûn û xwestibûn ku bi muwekîlê xwe re hevdîtin bikin.
Serlêdana parêzeran ji aliyê serdozgeriyê bi hinceta qedexeya hevdîtina parêzeran a ji bo 6 mehan ku di 23’ê îlonê de ji aliyê 2’emîn Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê ve hatibû girtin ve hat redkirin.
Parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, di sala 2019’an de piştî 8 salan 5 hevdîtinan pêk anîbûn.