Daxwaza girtina 5 rojnamevanan hate kirin

Têkildarî 5 rojnamevanên di çarçoveya lêpirsîna li Eskîşehîrê de hate binçavkirin daxwaza girtinê hate kirin û radestî dadgehê hatin kirin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Eskîşehîrê de de li gelek bajaran bi ser malan de hatibû girtin û gelek rojnamevan jî hatibûn binçavkirin. Îfadeyên rojnamevanên anîn Eskîşehîrê temam bûn. Di lêpirsîna dozeriyê de nûçeyên rojnamevanan çêkirin jê hatin pirsîn.

Mehmet Yaşar Abatan piştî îfadeya li dozgeriyê hate berdan û rojnameger Mehmet Uçar, Erdogan Alayumat, Serap Guneş, Bîlge Aksu û Tugçe Yilmaz bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê hatin kirin.

Dozgeriyê xwest ku Bîlal Seçkîn, Havîn Derya û Sûzan Demîr jî bi şertê kontrola edlî bên berdan.