BI DÎMEN

Darbeya AKP/Qesrê tê şermezarkirin

Kurdistanî, Tirkiyeyî û Ewropî li gelek bajarên Ewropayê li hev civiyan û operasyonên qirkirina siyasî yên faşîzma AKP/Qesrê şermezar kirin.

Kurdistanî, Tirkiyeyî û Ewropî li gelek bajarên Ewropayê li hev civiyan û operasyonên qirkirina siyasî yên faşîzma AKP/Qesrê şermezar kirin.

HELSÎNKÎ: Li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê, Fînî, Îranî û Kurd li ser banga Partiya Komunîst a Îranê li hev civiyan û dîlgirtina hevserok, parlamenterên HDP'ê û hevşaredarên DBP'yî, her wiha zextên tên kirin, şermezar kirin. Xwepêşandan li navenda bajêr pêk hat. Kesên li çalakiyê axivîn gotin, zext û zilma tê kirin, bi yekîtî û têkoşîna rêxistinbûyî ya Kurdan dikarin bên pûçkirin.

LA ROCHELLE: Li bajarê La Rochelle yê li rojavayê Fransayê, Kurdistanî û tevgerên çep ên Fransayê çalakiyeke protestoyî ya hevpar lidar xistin. Qisekeran dan xuyakirin, ku di şexsê HDP'ê de hewl tê dayîn vîna gelê Kurd bê tinekirin. Beşdaran bang li Fransa û welatên din ên Ewropayê kirin, ku polîtîkayên xwe yên li dijî hikûmeta AKP'ê zelal bikin.

HAMBÛRG: Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê bi şiyara "Em berxwedanê mezin bikin, faşîzmê tine bikin" meşeke bi meşaleyan hate lidarxistin. Meş bi pêşengiya Ciwanên Azad pêk hat û ji taxa Sternschanze heta Dammtor dewam kir. Çalakgeran ku wêneyekî mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan, dan xuyakirin ku Kurd wê ti carî teslîmî faşîzma AKP'ê nebin. Her wiha bang li ciwanên Kurd ên li Ewropayê hat kirin, ku berxwedana xwe mezin bikin.

MALMO: Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Malmo yê Swêdê dijîn, bi armanca şermezarkirina darbeya AKP/Qesrê û destekkirina HDP'yiyên hatine girtin, meş û mîtîngek lidar xistin. Bi qasî 400 kes li medyaan Trîangelê li hev civiyan û bi alên HDP, KCK, PKK, PYG û YPG/YPJ'ê ber bi meydana Stora ve meşiyan. Li meydana Stora, nûnerên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û rêxistinên civakî yên sivîl axivîn. Qisekeran êrîşên hikûmeta AKP'ê yên li dijî gelê Kurd, girtin û binpêkirina mafên mirovan şermezar kirin. Her wiha ji Swêd û Yekîtiya Ewropayê jî xwestin, danekirinan li ser Tirkiyeyê ferz bikin.

MULHOÛSE: Li bajarê Mulhoûse yê li herêma Alsace ya Fransayê, bi beşdariya komeleyên Kurd, Fransayî, Tirkiyeyî û Elewiyan, meş û mîtîngek hate lidarxistin. Çalakî bi pêşengiya HDK-Ewropa hat lidarxistin û bi qasî hezar û 200 kes tevlî bûn. Meşê ji navenda bajêr ji Place de la Boûrse dest pê kir û bi qîrîna dirûşman faşîzma AKP'ê hate şemrezarkirin. Li ser navê gelek saziyên tevlî çalakiyê bûn, daxuyanî hatin dayîn û li dijî faşîzmê banga têkoşîna hevpar hate kirin.

MUNCHEN: Bi heman armancê li bajarê Munchen ê Elmanyayê meşek hat lidarxistin. Girseya gel bi qîrîna dirûşman meşiyan û bi sedan belavokên bi zimanê Elmanî belav kir. Di dema meşê de li ser navê Komîteya Amadekar daxuyaniyek hat dayîn û bal hat kişandin ser zêdebûna êrîşên faşîst ên li Kurdistan û Tirkiyeyê. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ev çalakî li dijî neheqiya li Tirkiyeyê tê kirin û ji bo xurtkirina piştgiriya hev a rêxistinên demokrat, pêşverû û şoreşger hatiye kirin. Hat gotin, "Em bang li her kesî dikin ku bi xurtî tevlî çalakiyên me yên hevpar ên ji niha û pê ve werin lidarxistin bibin." Meş li meydana Odeonsplatzê qediya.

BELLÎNZONA: Li bajarê Bellînzona yê kantona Tîcîno ya Swîsreyê, ji bo şermezakirina zextên li HDP'ê tên kirin çalakiyek hate lidarxistin. Tevî Kurdistaniyan, Partiya Sosyalîst, Aktîvîstên Ciwanan ên Şîntîlla, Bethnahrîn û gelek komên din ên çep piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de zextên li dijî HDP'ê hatin şermerzarkirin û li dijî faşîzma AKP'ê banga têkoşînê hat kirin.