Li bajarê Elmanya Dortmûndê, "darbeya destnedanê" ya AKP/Qesrê li hemberî HDP'ê kir, bi meşekê hat şermezarkirin.
Meş bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Meclîsa Jinê ya Rozerîn pêk hat û zêdeyî 300 kes tevlî bûn.
Girseyê di meşê de dirûşmên "Kujer Erdogan", "Dewleta kujer wê hesab bide", "Bijî Serok Apo" û "Bijî HDP" qîriya.
Piştî axaftinên nûnerên saziyan çalakî bi dawî bû.
...