Danûstandinên li Cenevreyê 16 Gulanê dewam dikin
Hat ragihandin, danûstandinên Cenevreyê ku di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de li ser krîza Sûriyeyê tên kirin, wê roja 16'ê Gulanê dewam bikin.
Hat ragihandin, danûstandinên Cenevreyê ku di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de li ser krîza Sûriyeyê tên kirin, wê roja 16'ê Gulanê dewam bikin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de hat ragihandin, Nûnerê Taybet ê NY Staffan de Mîstûra wê ji bo danûstandinên 16'ê Gulanê yên navbera 'Sûriyeyiyan' vexwendînameyan bişîne.
Ev daxuyanî heman piştî peymana li Astanayê ya navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê hate dayîn. Li gorî peymana Atanayê, li ser çar herêmên 'şer lê bê kêmkirin' li hev hatiye kirin. Di peymanê de hikumeta Sûriyeyê û komên çekdar qebûl kirine ku şerê li van herêman bisekinînin. Hê nayê zanîn bê di pratîkê de ev ê çiqasî karibe bi cih bê yan jî encama tê xwestin bi dest bikeve ya na.
Di hevdîtinên Atanayê de Nûnerê Taybet ê NY Mîstûra jî amade bû û Mîstûra ji bo van herêmên navborî gotibû, "Gaveke erênî û hêviyê dide."
Roja Duşemê jî buroya Mîstûra daxuyaniyek da bû û diyar kiribû, ew hêvîdar in peymana Astanayê bikeve meriyetê.
Hemû hewldanên li qada dîplomatîk ên li ser krîza Sûriyeyê bi ser neketin. Di hevdîtinên Cenevre û Astanayê de gaveke şênber ber bi pêş ve nehate avêtin.
Kurd heta niha ji ber dijminatiya Tirkiyeyê ya li gelê Kurd, ji bo danûstandinan nehatin vexwendin.