Danişîna doza Demîrtaş a Enqerê taloqî 7’ê Gulanê kirin
Danişîna doza Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê rehîn tê ragirtin li 25’emîn Dadgeha Ceza ya Giran a Enqerê pêk hat. Danişîna bê taloqî Gulanê hate kirin.
Danişîna doza Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê rehîn tê ragirtin li 25’emîn Dadgeha Ceza ya Giran a Enqerê pêk hat. Danişîna bê taloqî Gulanê hate kirin.
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş bi îdiaya ku “heqaret” li Serdozgerê Komarê yê Enqereyê Yuksel Kocamana û “gef li kesên di têkoşîna terorê de wezîfedar bûne” xwariye doz lê hatibû vekirin, derket pêşberî dadger. Danişîna dozê li 25’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê pêk hat. Demîrtaş bi rêya deng û dîmen (SEGBÎS) ji Girtîgeha Edîrneyê beşdarî danişînê kirin. Hin parêzer li eywana danişînê amade bû û hin parêzer û malbata Demîrtaş jî ji bi rêya SEGBÎS’ê ji Amedê doz şopandin.
Hin parlamenterên HDP’ê û rêveberên HDP’ê jî beşdarî danişînê bûn û doz şopandin.
Piştî tespîta nasnameyê ewilî parêzerên Demîrtaş mafê axaftinê wergirtin. Parêzeran got tevî ku ew dixwazin miwekîlê wan bînin eywana danişînê jî lê naynin û vê yekê rexne kirin.
Parêzer Hadî Cîn destnîşan kir ku îfadeyên dozgerê doz vekiriye jî li danişînê amade be û ew dixwazin ji Yuksel Kocaman bipirsin ka ku wî xwe çawa daxilî doza xwe kiriye û ev yek ne ehlaqî û ne jî hiqûqê tê qebûlkirin. Cîn xwest biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ku ji bo Demîrtaş serbest were berdan dabû li vê dosyeyê were zêdekirin.
Parêzer Levent Kanat jî anî ziman ku dozger û yê aliyê din ku tevlî dozê dibe heman kes e û ev yek jî ji aliyê wan ve nayê qebûlkirin.
Parêzer Mahsûnî Karaman jî bi SEGBÎS’ê ji Amedê tevli dozê bû û destnîşan kir ku miwekîlê wan mîna ku DMME’yê gotiye ji ber sedemên siyasî girtî ne û nerast e ku miwekîlê wan Demîrtaş ji ber gotinên ku gotiye were darizandin û ev yek nabe mijara darizandinê. Karaman da zanîn ku kesek di bin parvekirina Demîrtaş de şîrove kiriye jî li dosyeyê hatine zêdekirin û xwest ev kes were lêkolînkirin.
Piştî parastina parêzeran Demîrtaş parastina xwe kir û got daxwaza parêzeran daxwaza wî ye jî û xwest dozgerî mutala ango biryara xwe paş de bikişîne. Demîrtaş got heke endamên dadgehê xwedî qidem bin parêzerên wî jî xwedî qidem in û ji ber gelek lêpirsîn û darizandinên derbarê wî de ew jî bûye bersûcek bi qidem. Demîrtaş anî ziman ku îdîanameya derbarê wî de hatiye amadekirin kumpas e û parvekirinên ne aydê wî li dosyeyê hatine zêdekirin û dadgehê bêyî ku gotinên wî li ber çavan bigire îdîanameyê qebûl kiriye û çavê xwe li hember kûmpasê girtiye. Demîrtaş destnîşan kir ku Erdogan wek lîderê partiyek siyasî û Serokkomar kengê bixwaze dikare derbarê mijarên darazî de beyanên xwe eşkere bike, lê nikare van sînorê rexneyan derbas bike û muaxileyî darazê bike. Demîrtaş diyar kir ku Erdogan û şirîkê xwe kengê derarê dadgehê, dozgerek û dadgerek de beyanên xwe eşkere kiribin li hember xwe teqez encamek dîtine. Demîrtaş anî ziman kir ku di celseya beriya viya de dozger di biryara xwe de ji gotinên Erdogan sûd wergirtiye û ev jî pir eşkere li holê ye û divê ku mafê wî bihata parastin lê tê binpêkirin. Demîrtaş diyar kir ku dozger ne li gorî dosyeyê mutala ango biryarê amade dike, li qenala A Haberê temaşe dike û îdîanameyê ango biryarê amade dike û dide.
Demîrtaş got: “Dadgeh çima karîneya masûmiyeta min naparêz e? Divê şandeya we mutalaya dozger lê vegerîne. Lê hûn nikarin viya bikin. Çimkî Erdogan got; ‘mafek wî jî hebe, em nikarin Demîrtaş biparêz in’. Hûn jî tişta pêwîst dikin û bi cih tînin. Me hêj rûyê serdozgerê bûye gazinker ku di dosyeyê de digire nedîtiye. Ev kûmpasên tên kirin teqez wê rojek li pêşberî daraza serbixwe hesab bide. Di Qanûna Bingehîn de dewleta hiqûqê tê nivîsandin. Dadger nikarin ewqasî mudaxileyî hilbijartinên siyasî bikin. Rojek zû an jî dereng helbet wê sindoq werin danîn. Pêşniyaza min li şandeya we ew e ku hûn nebin parçeyek vê kûmpasê. Tenê bi cezakirina min nemînin. Çimkî dengên Erdogan nadin zêdekirin. Hûnê gund bi gund bigerin û dengan bicivînin. Teqez wê rojekê dadgehên serbixwe van dosyeyan bixe ber lêprisînê. Em û ev partî teqez wê di parlamentoyê de cih bigire. Wê ev kûmpas di komîsyonê de yek bi yek were lêkolînkirin. Her dadger, dozger wê dawetî vê komîsyonê werin kirin. Ev tişt muaxileyî siyaset û pergala Qanûna Bingehîn e. Ez van tiştan dibînim. Gelo nizanim hûn dibînin? Îro hûn dikarin di asta herî jor de ceza bidin min. Lê belê ramanên min siyasî û lêgerîna min edaletê wê neguhere û hûnê nikaribin bi min paş de gav bidin avêtin. Wisa nekin. Xwe ji bo berjwendiyên vê siyaseta qirêj a pespaye xerc nekin. Dema rojekê dem û dewran guherî hûnê jî hesab bidin. Hûnê rojekî li pêşberî hiqûqê hesab bidin.”
Şandeya dadgehê piştî parastina Demîrtaş biryara xwe da û daxwazan red kir. Dadgehê xwest Demîrtaş û parêzerên wî derbarê esasê de parastina xwe bikin.
Demîrtaş derbarê esasê de parastinê kir û xwest sê endamê dadgehê vekişin û heke venekişin ji bo darizandinek siyasî tê kirin ew daxwaza “reda dadgerî” dike.
Parêzeran jî derbarê esasê axivîn û daxwaza reda dadgerî kirin.
Piştre şandeya dadgehê biryara xwe navberê da û di derbarê reda dadgerî de xwest dozger nêrîna xwe eşkere bike. Dozger xwest daxwaza parêzeran were redkirin.
Şandeya dadgehê ji bo daxwaza Demîrtaş û parêzeran a reda dadgerî biryara redkirinê da. Şandeyê daxwaza “reda dadgerî” wek armanca dixwazin ku doz dirêj bibe û biryara ev biryar paş de were vegerandin da. Demîrtaş û parêzerên xwe daxwaza xwe ya reda dadgerî di nava 7 rojan de dikarin veguhezînin dadgehek bilindtir.
Ji ber daxwaza reda dadgerî biryar nehat dayîn û danişîn taloqî 7’ê gulanê hat kirin.