Danîmarka dixwaze ji sedî sed derbasî enerjiyên tên nûkirin bibe

Danîmarka dixwaze ji sedî sed derbasî enerjiyên tên nûkirin bibe

Danîmarka hedef dike ku di sala 2050’î de hemû çavkaniyên enerjiyê terk bike û bi giştî bi çavkaniyên tên nûkirin, hewcedariya enerjiyê bicih bîne. Danîmarka di vî warî de jib o gelek welatan bûye namzetê modelbûnê.

Danîmarka ev bi salane li ser çavkaniyên enerjiya tê nûkirin  xebatan dimeşîne.Danîmarkayiyên ku di sektora enerjiya bayê modernd de wek mucît tên zanîn, niha hewcedariya eleketrîkê ji sedî 40 ji çavkaniyên enerjiya tê nûkirin peyda dikin. Tê hedefkirin ev rêje di 2020’an de bigihêje ji sedî 50’yî.

Polîtîkaya enerjiyê ya welat di esasê de îlhama xw eji cînarê xwe Elmanyayê digire. Lê ji ber ku Elmanya welatekî mezin yê sanayiyê ye û Danîmarka jî welatekî biçûk yê bakure, di polîtîkayên enerjiyê de Danîmarkayê xwe gelek pêş xistiye.

Danîmarkya ku 5,6 mîlyon nifûsa wê heye, avantaja wê ya herî mezin, he rtim ba li wir heye û  li ser nîvgiraveke ku dirêjî Behra Bakur dibe ye. Bi saya vê asta xwe  Danîmarkayê di nava ewlehiyê de ji bo enerjiya ba bi mîlyaran euro razandiye.

Li Danîmarkayê şîrketên ku tesîsên hilberîna enerjiya konvansiyonel di destê wan de bi îflasê re rû bi rû ne. Gelek şîrketan li gorî hilberîna enerjiya serdema nû xwe organîzekirine. Şîrket niha tesîsên hilberîna santralên termîk, gaza xwezayî digirin. Pêvajo evqas bi lez dimeşe ku hikûmeta Danîmarkayê ji bo hilberîna enerjiyê neke rîskê ji bo santralên termîk û nukleerê vekirî bên hiştin ji bo demeke kurt subvansiyonê didin.