Danezana encamê ya konferansa koçberan hat weşandin

Danezana encamê ya konferansa koçberan hat weşandin

Danezana encamê ya konferansa koçberan a pêr li bajarê Elmanya Stûttgartê pêk hat, hat weşandin. Konferansê, polîtîkayên nîjadperest ên Elmanyayê şermezar kir û hat xwestin ku ji siyasiyên çalak re mafên wan ên danişînê bê dayîn û dersînorkirina wan bê rawestandin.

Li bajarê Elmanya Stûttgartê di 14'ê Îlonê de bi mijara "Pirsgirêkên ji ber koçê derketine holê û gavên gengaz ên çareseriyê" konferansek hatibû lidarxistin. Di konferansa Platforma Yekitiya Hêzê ya Demokratîk de, ku bi wesîleya 52. salvegera koçê hat lidarxistin, bi taybetî pirsgirêkên penaberên siyasî hatibûn nirxandin. Di konferansê de li gel siyasetmedarên xwedî paşerojeke koçber, zanyar û parlamenterên Elman jî cih girtin. Danezana encamê ya konferansê hat aşkera kirin.

Konferansê diyar kir ku bi qanûna "têkoşîna li dijî terorê" re li gelemperiya Elmanyayê di serî de saziyên Kurdan hemû saziyên pêşverû, şoreşger û demokratîk û rêveberên wan hatine qedexekirin û destnîşan kir ku hewl tê dayîn, koma koçberan a Kurdan ku nêzî milyonek e neyê dîtin, tine bê hesibandin, di navbera civak û girseyê de ji aliyê dewletê ve dîwar bê lêkirin û bend bê danîn. Konferansê ev daxwazên xwe rêz kir:

"Mafê danişînê yên siyasiyên aktîf radestî wan bê kirin, dawî li dersînorkirin û ji nû ve nirxandina dosyayên wan bê anîn. Koçberên li Elmanyayê dijîn, xwedî baweriyên cuda yên mîna Xiristiyanî, Êzidî, Elewî û Îslamî ne; lewma konferansa me xweşbînî (toleransa), diyalog û wekheviya navbera olan diparêze. Yek ji mijarên ku konferansa me girîng dibîne, astengkirina mafê siyaseta Kurdan ê li Elmanyayê ye.

Konferansa me destnîşan dike ku bi qedexeya 20 salan a PKK'ê re, krîmînalîzekirina aktîvîst û saziyên Kurdan, astengkirina mafên wan ên siyasetê û girtina wan ti carî qebûl nake. Konferansa me di wê baweriyê de ye ku eger dewleta Elman dawî li zext û qedexeyên xwe yên li hemberî koçber û rêxistinên polîtîk ên koçberan bîne, qedexeya li dijî PKK'ê rake û mafê siyasî û civakî yên wekhev ên koçberan nas bike, dê jiyana hevpar hêsantir bibe. Ev yek wê hêzê bide mijara diyarkirina çarenûsa gelê Kurd û bicihanîna daxwazên aştiyeke bi rûmet a Kurdan.

Konferansa me di wê baweriyê de ye ku çareseriya pirsgirêkên koçberan, bikaranîna azadî û mafên demokratîk bi têkoşîna hevpar dibe û Serhildana Hezîranê ku bi berxwedana Gezî ya li Tirkiyê re destpê kir û tê de kolektîvîzm, parvekirin, xweşbînî, xwişk û biratî û berxwedana hevpar derket holê, bi coş silav dike. Sozê dide ku dê xwedî li serhildan, birîndar û girtiyan derkeve.

Di çarçoveya modêlên jiyana bi hevre a demokratîk û beşdariya civakî-polîtîk û wekhev de, polîtîkayên koçber ên polîtîk daxwaza hevpar a kedkarên koçber û xwecihî û gelan e. Li hemberî astengkirina azadî û mafên navneteweyî yên koçber û penaberan, Konferansa me di wê baweriyê de ye ku divê têkoşîna hevpar bê mezinkirin."