Damezrandina PKK’ê li Parîsê hat pîroz kirin

Damezrandina PKK’ê li Parîsê hat pîroz kirin

34’emîn salvegera PKK’ê li paytextê Fransa Parîsê bi şahiyekê hat pîroz kirin.

Pîrozbahiya li Sarclles pêk hat, piraniya wan ciwan bi sedan kes tevlî bûn. Salona ku pîrozbahî lê pêk hat de, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kadroyên pêşeng yên PKK û alên PKK- KCK’ê hatin daliqandin. Her wiha pankartên wekê ‘Ji Ocalan re Azadî’, ‘Em xweseriya demokratîk silav dikin’, ‘Ji şoreşa Rojava re silav’, ‘Ji jinan re azadî, ji cîhanê re aştî’ hatin daliqandin. Banê salonê jî bi rengên netewî yên Kurd, kesk, sor û zer hatin xemilandin.

Pîrozbahî ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistan û cîhanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û bi axafatinên ku hatin kirin de gelek peyamên ji rêxistinan hatibû şandin, xwendin û di peyaman de salevegera damezrandina PKK’ê hat pîrozkirin û banga bilindkirina têkoşînê hat kirin.

Her wiha sînevîzyoneke ku têkoşîna PKK’ê vedigot hat nîşandan. Pişt re hunermend Cîhan, Ulaş Kelaşîn, Hozan Şara, Sosin, Ergîn Xelîkan û Grup Piya û her wiha koma reksê Koma Ronahi û Koma Zelal derket ser dikê. Her wiha hunermend Hozan Diyar jî surprîz kir û reng û coşa şevê zêde kir.

Şev bi govendê bi dawî bû.