DAIŞ berhemên dîrokî li Dîlokê li navnîşanên eşkere difiroşe

Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî Vîtaliy Çûrkîn ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî re nameyek nivîsand û li ser firotina berhemên dîrokî yên ji aliyê DAIŞ'ê ve li Sûriyeyê hatine dizîn, agahî da.

Di nameyan li malpera înternetê ya Neteweyên Yekbûyî hat weşandin de bi berfirehî hat ragihandin, ku DAIŞ bi fîrmayên Tirk re vî karî dike.

Hin agahiyên di nameyê de cih digirin bi vî rengî ne:

"DAIŞ firotina berhemên dîrokî yên li Sûriye û Iraqê diziye, bi giranî di ser Tirkiyeyê re dike. Bajarê Gazîantep ê Tirkiyeyê veguheriye navenda herî mezin a firotina mîrateya çandî. Berhemên tên dizîn, bi rengekî zêdekirina buhayan tê firotin. Ev yek jî bi rêya dikanên antîka û Sûka Bakircilar (Şekeroglu Mah. Eski Saray Cad.) tê firotin."

Çûrkîn da zanîn li ser sînorê Tirkiye-Sûriyeyê, nuqteyên nû yên firotinê hatine vekirin û got, "Teslîmkirina eşyayên mezin ji aliyê şîrketên Tirk Şenocak Nakliyat, Devran Nakliyat, Karahan Nakliyat û Egemen Nakliyat ve tê kirin. Berhemên dîrokî yên hatine dizîn piştre dibin bajarên Îzmîr, Mersîn û Antalyayê. Li van deran jî ji aliyê nûnerên rêxistinên sûc ên navneteweyî ve ji bo van berheman belgeyên sexte tên amadekirin."